Yagiz û Tok wê 24 saetan di bin çavdêriya bijîşkan de bin

Piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakgerên greva birçîbûnê, çalakiyên xwe bi dawî kirin. Duh jî çalakger Nasir Yagiz û Fedîle Tok ên ku çalakiya xwe bi dawî kiribûn, rakirin nexweşxaneyê.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê gotibû ku, “Hûn gihîştin armanca xwe, ez li bendê me hûn dawî li çalakiya xwe bînin." Çalakiya Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fadîle Tok jî di roja 127'an de bû, çalakiya endamê Nûnertiya HDP’ê Nasir Yagiz ya li bajarê Hewlêrê ji di roja 187’an de bû. Herdu çalakgeran duh dawî li çalakiya xwe anîn.

Niha Tok û Yagiz li nexweşxaneya Zanko ya bajarê Hewlêr tên tedawîkirin. Bijîşkan tevahî tehlîlên wan girtin û li benda encamê ne. Herdu çalakger bi mehan di çalakiya greva birçîbûnê de bûn û rewşa wan a tendirustiyê ne baş bû. Ji ber vê jî çalakger wê bi qasî 24 saetan di bin çavdêriya bijîşkan de bin. Her wiha bijîşkan ji Fedîle Tok re gotine ku kezeba te îltîhab girtiye û gûatira te jî zêde bûye.

Bijîşk her 2 saetan carekê tên rewşa Yagiz û Tok kontrol dikin.