Yagiz ji ber giraniya rewşa xwe nikare ji odê derkeve

Berxwedana Nasir Yagiz a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kete roja 130’î. Her roja ku diçe di warê tenduristiyê de rewşa Yagiz xirabtir dibe.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Nasir Yagiz a li dijî tecrîda giran a li ser Ocalan kete roja 130’î. Roj bi roj pirsgirêkên tenduristiyê ya Yagiz girantir dibe, gihiştiye wê astê ku nikare ji odeyê jî derbikeve.

Li aliyê din greva birçîbûnê ya bêdawî-bidorveger di roja 130’an bi koma 65’an didome.

Yagiz ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku pirsgirêkên mîna serêşî, êşa çav, bêtaqetî wiha lê kiriye ku êdî nikare rakeve û ne dikare rabe ser xwe. Yagiz got : “Vêd awiyê bêtaqetî û bêxewî pir zorê dide min û dem bi dem di peyivînê de pir zorê dikişînim. Ev jî kiriye ku ez êdî mîna berê nikaribim ji odeyê jî derkevim.”

Nasir Yagiz anî ziman ku moral û hêviya wî ya serketinê dihêle ku xwe bigire û baweriya wî ya serketinê her tim xurt e. 

Yagiz 26'ê Sibatê di roja 98'an de ji ber giranbûna rewşa wî ya tenduristiyê rakiribûn Nexweşxaneya Par, piştî kontrolên doktoran Yagiz tedawî red kiribû û berxwedana xwe dewam kiribû.

Her wiha berê jî 1'ê Çileya 2019'an de jî Yagiz di roja 73'an de rakiribûn nexweşxaneyê. Lê piştî kontrolên doktoran Yagiz bi biryardarî çalakiya xwe domandibû.

MEXMÛR
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destê kirin di roja 105'an de bi koma 35’emîn dewam dike. ji aliyê koma 35’emîn ve hate dewir girtin.

Çalakiya Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok a bêdawî û bêdorveger di roja 70’an bi biryardarî dewam dike.

SILÊMANÎ
Li Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpê kirin di roja 104'an de berdewam dike. Çalakî ji aliyê koma 54'emîn a ji welatiyên her çar parçeyên Kurdistanê pêk tê ve hate dewir girtin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda ser Ocalan ya bêdem û bêdorveger a Herêm Mehmûd di roja 35, Şeyma Ednan 28 û Gulebax Celal jî ket roja 14’an.