Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê di roja 447’an de didome

Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bi koma 87’an di roja 447’an de didome.

Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Panberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku ji 20’ê Tîrmeha 2023’a ve ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi koma 87’an di roja 447 de dibome.

Koma 87’an bi merasîmekê li Saziya Malbatên Şehîdan çalakî dewr girt. Di çalakiyê de ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 86’an Ezîze Teymûr axivî. Ezîze Teymûr anî ziman ku divê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên hin xurttir bên lidarxistin û got: “Rêberê me di navbera çar dîwaran de girtiye, ne dihêlin malbat û ne jî parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Divê em wek gelê Kurd xwe li benda kesekî negirin, em xwe bi xwe yekîtiya xwe çêbikin, hem xwe ji bin vê zilmê derbixin û hem jî tecrîda ku li ser Rêbetiya xwe em qebûl nekin. Em wek gelê Kurd û xelkê wargehê heta ku em Rêbertiyek azad di nava xwe de nebînin, her wiha pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin wê çalakî û berxwedana me berdewam bikin.”

Piştî axaftinan koma 87’an bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” çalakî dewir girt.