Yagiz: Heke gel li ber xwe bide wê tecrîd bişike

Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ku ev 100 roj in di greva birçîbûnê de ye, li gel rewşa tendiristiyê jî çalakiya xwe didomîne. Yagiz xwest ku gel li çalakgeran xwedî derkeve û got, ''2019'an divê em berxwedanê bi serfiraziyê tacîdar bikin.''

Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 100 roj in di greva birçîbûnê de ye, li gel nexweşiyan jî li ser berxwedanê biryardar e.

'GEL DIVÊ LI BER XWE BIDE, DIVÊ LI ÇALAKGERAN XWEDÎ DERKEVE'

Yagiz ê ku ji Rojnewsê re axivî, di roja 100'î ya greva birçîbûnê de ev peyam da:

''Di roja 100'î ya çalakiya xwe de em biharê pêşwazî dikin. Bi vebûna kulîlkan re divê em tecrîdê bişkînin û Rêber Apo azad bikin. Gelê me divê li girtiyên li girtîgehan xwedî derkeve. Li girtîgehan derfet pir kêm in. Rêveberiyên girtîgehan zilmê li girtiyan dikn. Beriya ku agahiyên şehîdbûnê werin divê gel li ber xwe bide. Divê gel li çalakgerên greva birçîbûnê xwedî derkeve.''

GUNEŞ: XWEDÎ BIRYARDARIYEKE QEYÎM E

Nûnera HDP'ê ya Başûrê  Kurdistanê Muzeyyen Guneş ku ji greva birçîbûnê ve bi Nasir Yagiz re ye, got, ''Yagiz, ji roja pêşî ve bi biryardariyeke mezin û bi kelecanî çalakiya xwe didomîne.  Yagiz got, ''Divê ez dengê xwe bi Leyla Guven re bikim yek. Tecrîd wê were şikandin. Dibêje, 'tecrîd wê were şikandin û divê em bi Rêber Apo re bi azadî bijîn''.

Guneş got sergêjînek bi Yagiz re çêdibin, çavê wî baş nabînin, dilê wî dixele û domand, ''Li gel ku rewşa wî ya tendiristiyê ne baş e jî ji hêla îradeyê ve û moralê ve pir baş e. Yagiz heta niha hîç bêbiryar nemaye û moralê dide hevalên xwe. Dibêje ew kêfxweş e ku hevrêtiyê bi Leyla Guven re dike. Dibêje, azadiya Rêber Apo azadiya Rojhilata Navîn e.''

'EM Ê SALA 2019'AN BIKIN SALA BERXWEDAN Û SERFIRAZIYÊ'

Guneş diyar kir Yagiz jibo kesên ku têne serdana wî gotiye, ''Em ê sala 2019'an bikin sala berxwedanê. Divê her kes berxwedana me bibîne. Divê em sala 2019'an berxwedana bi serfiraziyê tacîdar bikin. Em di rêya azadiyê de canê xwe feda dikin. Dibe ku em şehîd bibin. Lê em ti caran poşman nabin ku me rêya berxwedanê hilbijartiye. Bi me şanaz bin. Rêya ku me hilbijartiye rêya heqîqetê ye. Rêya Rêber Apo û hemû gelê Kurd e.''