DBP: Tecrîd bê şikandin wê zincîra faşîzmê jî bişikê!

Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê got, "Bidawîkirina tecrîdê wê zincîra faşîzmê ya li ser gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bişikîne."

KOMPLOYA 9'Ê COTMEHÊ

Desteya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

DBP’ê di daxuyaniya xwe de qala pêvajoya destpêka komployê kir û wiha got: “Komploya Navnetewî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî birêz Abdullah Ocalan dest pê kir, di salvegera 26’emîn de bi her aliyî ve didome. Pêvajoya ku piştî birêz Ocalan ji Sûriyê derket dest pê kir hêj jî bandorê li ser Kurdistan, Tirkiye û erdnîgariya Rojhilata Navîn dike.

Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê ku rê li ber encamên siyasî û civakî vekir, yek ji encamên Pirsgirêka Kurd a ku ev sed sal in nayê çareserkirin, bû. Bi komployê re statu û binpêkirina mafên gelên kurd hedef hatin girtin. Tişta ku komplo saz kir û xist dewrê jî hişmendiyeke navnetewî bû. Dewletên ku dixwestin Rojhilata Navîn ji nû ve saz bikin, di 9’ê cotmeha 1998’an de li dijî birêz Ocalan pêvajoya tasfîyeyê xistin meriyetê. Lewre, xêza ku birêz Ocalan têkoşîna xwe li ser wê dimeşand azadîxwaz û demokratîk bû. Bandorên wê mezin bû û rê li ber çareseriyê vedikir. Bi pêvajoya komployê re, fikr û ramanên birêz Ocalan ên ku ji bo gelên Rojhilata Navîn azadî bi pêş dixist, hedef hatin girtin. Her wiha, yek ji hedefên komployê jî daxwaza azadî û demokrasî, daxwaza jiyaneke hevpar a gelên bindest bû. Bi pêvajoya komployê re Modernîteya Kapîtalîst li dijî Modernîteya Demokratîk şerekî nû da dest pê kirin. Ev weke şerekî cîhanê bû û di navenda vî şerî de jî perspektîfa Netewa Demokratîk a ku li ser azadiya jinê, pêşxistina demokrasiyê û jiyaneke ekolojîk hatiye avakirin, cih digirt.

Lê, birêz Ocalan piştî ku di 15’ê Sibata 1999’an de dîl hat girtin, herikandina vê pêvajoyê guherand. Birêz Ocalan bi sekna xwe ya berxwedêr û bi îradeya ku meşand heqîqeta komploya navnetewî yek bi yek ronî kir û bi gotina ‘min tevî hesabên komplogeran vala derxist’ bal kişand li ser encama dîrokî. Birêz Ocalan bi sekna xwe ji bo demokrasî û azadiyê, ji bo pêşeroja gelên bindest bû hêvî. Lê, ev îradeya ku birêz Ocalan ji bo çareseriyê meşand, her tim bi polîtîkayên tecrîdê ve hedef hatin girtin.”

DBP’ê di berdewama daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Di vê pêvoja 25 salan de tevî hewldanên birêz Ocalan ên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û ji bo çareseriya qeyranên li Rojhilata Navîn bi rêk û pêk rastî êrîş û berjewendiyên siyasî hatin. Firsendên dîrokî yên ku birêz Ocalan ji bo aştî û azadiya gelan pêşkeş kir, yek bi yek bi tecrîdê hatin bersivandin. Tevî bangên birêz Ocalan ên ji bo çareseriyeke mayînde bi polîtîkayên şer, bi planên çokdanîn û tasfiyekirinê hedef hatin girtin. Polîtîkayên îmha û înkarê yên ku di sedsala yekemîn a Komarê de li dijî gelê kurd hatin meşandin, di sedsala duyemîn de jî bi tecrîda giran hatin nûkirin û kûrkirin. Her wiha, di şexsê birêz Ocalan de dewleta tirk hem hiqûqa xwe û hem jî ya navnetewî binpê kir, rejîma dij hiqûqî kir rejîma xwe ya fermî.

Ji ber van hemû sedeman bidawîkirina tecrîda Îmraliyê wek peywireke dîrokî li pêşiya me ye. Şikandina tecrîdê wê dawî li faşîzma li ser gelên Kurdistan û Tirkiyê jî bîne. Ji bo vê armanca pîroz bi dirûşma ‘Ji Birêz Ocalan Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareseriya Demokratîk’ me meşa xwe ya azadiyê derxist qonaxeke nû. Di vê rêwitiya ber bi azadiyê ve de em ê di 13’ê cotmehê de li Amedê di Mîtînga Mezin de kom bibin. Di vê mîtîngê de ‘li hemberî şer aştiyê, li hemberî mirinê parastina jiyanê, li hemberî qirkirina çandî, xwezayî û li hemberî pergala zerdest a zilaman, li hemberî êrîşên li ser nasnameya jinê’ em ê daxwaza çareseriya demokratîk, daxwaza azadiya birêz Ocalan car din bînin ziman. Li ser vê esasê, em bang li tevî sazî û rêxistinên demokratîk û azadîxwez, bang li tevî gelên Kurdistan û Tirkiyê dikin ku, xwedî li îradeya çareseriyê ya birêz Ocalan derbikevin.

Em dibêjin; ‘Werin em bi hev re bêjin ku, heke hûn ê li ser birêz Ocalan hesabekî bikin, divê ew hesab hesabê çareserî û aştiyeke mayîn de be.’ Ev sekna ku em ê bi hev re bimeşînin, wê li dijî komploya sedsalê bibe hewldana herî mezin a ji bo çareseriyeke mayînde.

Divê em ji bîr nekin; birêz Ocalan, di bin tecrîda giran de bi sekna ku meşand Zindana Îmraliyê veguhest qada berxwedanê. Divê em jî ji kolanan heya gund û bajaran tevî qadên jiyanê veguhêzin qadên berxwedanê da ku em azadiyê bi dest bixin.”