HBDH: Divê em hîn bi xurtî xwedî li berxwedana Îmrali û gerîla derkevin

HBDH'ê diyar kir ku divê berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên şoreşger, têkoşîna gerîla û gelê Kurd di her kêliyê de bê mezinkirin.

DAXUYANIYA HBDH'Ê

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di ser 9'ê Cotmehê re 26 sal derbas bûn ku destpêka komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû û bi hevkariya dewleta Tirk û hêzên emperyalîst hate kirin. Di 9'ê Cotmeha 1998'an de komployeke êrîşê bû ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neçar hişt cihê xwe biterikîne û di 15'ê Sibata 1999'an de dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk hate kirin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk û hêzên emperyalîst bi rêya vê komployê xwestin gelê Kurd û têkoşîna hêzên wê yên pêşeng tasfiye bike, lê belê ev armanca wan li hemberî berxwedaneke mezin bi ser neket, nekarîn îradeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK û gelê Kurd bişikîne.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev serketina têkoşîna azadiyê di encama berxwedana gelê Kurd û ewladên wê yên leheng de pêk hat ku canê xwe feda kirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku weke dewama êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd, dewleta Tirk a faşîst di roja 9'ê Cotmehê de piştî bi salan di ser komployê re, di sala 2019'an de li ser Girê Spî û Serêkaniyê dest bi êrîşa dagirkeriyê kir.

Hate gotin, ev pêvajoya ku bi piştgiriya çalak a DAÎŞ'ê û çeteyên din hate destpêkirin, bi dagirkirina Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê dewam kir û hîn jî bi armancên dagirkeriyê her roj bombe li Rojavayê Kurdistanê têne barandin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, dewleta Tirk a faşîst bi êrîşên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê dixwaze destketiyên Kurdan bi temamî tine bike, rastiya Kurd ê berxwedêr teslîm bigire, lê belê şerê gerîla û gelê Kurd mezin dibe, çeper têne parastin û bersiv ji êrîşan re tê dayin.

Di dewama daxuyaniyê de işaret bi berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên şoreşger ên di binê tecrîda giran de hate kirin û hate gotin, divê ev berxwedan û têkoşîna gerîla û gelê Kurd li her qadê bê mezinkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Kampanya ku li ser vê bingehê li çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiyeyê û Ewropayê li dijî tecrîdê tê meşandin, divê bê xurtkirin. Têkoşîna me ya şoreşê ya yekbûyî wê bi têkoşîna hevpar a gelên me yên kedkar bigihêje serketinê, faşîzmê têk bibe. Ji bilî berxwedana li dijî êrîşan, ji bilî şerê li dijî faşîzmê rêyeke din nîne."

Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku têkoşîna mafdar a gelê Kurd wê bi ser bikeve.