BI DÎMEN

Wan li dijî tecrîdê ji mîtînga mezin re amade ye

Hevserokê TUHAY-DER'ê Çetîn Ûyar got, "Me seferberî ragihand. Em ê ji Wanê biçin Amedê û dengê xwe bilind bikin."

MÎTÎNGA LI DIJÎ TECRÎDÊ

Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Mahmût Dîndar û Hevserokê TUHAY-DER'ê yê Wanê Çetîn Ûyar bang li her kesên aştîxwaz kirin ku 13'ê Cotmehê beşdarî mîtînga li Amedê bibin.

Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan wê di 13'ê Cotmehê de li Amedê mîtîngeke mezin bê lidarxistin. Tê payin ku bi milyonan kes li hev kom bibin. Her wiha tê texmînkirin ku ji Wanê jî tevlîbûneke mezin hebe.

Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Mahmût Dîndar û Hevserokê TUHAY-DER'ê yê Wanê Çetîn Ûyar li ser mijarê ji ANF'ê re axivîn.

Parlamenter Mahmût Dîndar got, "Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û rakirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan em bang li gelê xwe dikin ku 13'ê Cotmehê tevlî mîtînga mezin bibe. Mil bi mil ji bo azadiya gelê xwe em dengê xwe bilind bikin. Azadiya Birêz Ocalan azadiya gelên me ye."

Hevserokê TUHAY-DER'ê yê Wanê Çetîn Ûyar jî got, "43 meh in em nikarin agahiyê ji Birêz Abdullah Ocalan werbigirin. Li gel vê yekê êşkenceya li girtîgehan gihîştiye asta herî bilind. Êşkenceya li girtîgehan zêde bûye. Zextên psîkolojîk jî di nav de her cûre êşkence xistine dewrê. Di 9'ê Cotmehê de li Wanê wê daxuyaniya me ya çapemeniyê û meşeke me hebe. Ji bo mîtînga 13'ê Cotmehê ya li Wanê karên me dewam dikin. Di vê mijarê de me seferberî ragihandin û em ê dengê xwe bilind bikin. Ji Wanê em ê bi hemû gel û dostên xwe li Amedê bin, xwe bigihînin bi milyonan mirovî. Em bang li her kesî dikin ku li Amedê bicivin."