'Ya ku divê gavê biavêje, hikumet e'

Parêzer Cahît Ertan, ji bo greva birçîbûnê ya li girtîgehê derbasî qonaxeke cuda nebe, diyar kir ku divê hikumet gavê biavêje.

Parêzer Cahît Ertan diyar kir ku greva birçîbûnê ya li girtîgehan dibe ku mîna dema derbasbûyî pirsgirêkên giran bi xwe re bîne û bang li hikumetê kir ku daxwazên girtiyên siyasî qebûl bike.

Endamê Platforma Hiqûqnasên Azad (OHD) Parêzer Cahît Ertan ji ANF'ê re axivî û got, "Daxwaza bingehîn rakirina tecrîdê ye. Şexs ji derve tê qutkirin, bi tenê tê hiştin. Ev yek, cezayê di nava ceza de ye û binpêkirina hiqûqa navneteweyî û qanûnên Tirkiyeyê ye. Ji bo mafekî bi vî rengî qanûnî û rewa, mirov li girtîgehan dikevin greva birçîbûnê."

DIVÊ HIKUMET BERSIVÊ BIDE

Parêzer Ertaş destnîşan kir ku bi hinceta şewbê tecrîd gihîştiye asteke cuda û wiha dewam kir, "Beriya ku greva birçîbûnê derbasî asteke cuda nebe, divê bersiv bê dayin. Mirov ji bo balê bikişînin ser mijareke têkildarî girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin, lê belê dema ku gaveke cidî neyê avêtin, derbasî greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, ya jî rojiya mirinê dibin. Lewma divê hikumet gavê biavêje."

Parêzer Ertan diyar kir ku rê û rêbazên cezakirinê bi hiqûqê hatiye diyarkirin, cezakirina li derveyî vê yekê binpêkirina hiqûqê û mafên mirovan e û got, "Divê ji derve ve xwedî li greva birçîbûnê bê derketin. Gelekî girîng e ku hêzên demokratîk bi berpirsyarî tevbigerin."