Xwekujeke DAIŞ'î xwe bi pêşmergeyan de teqand

Xwekujeke DAIŞ'î ku xwe tevlî nava sivîlên Telaferî kir, di kozikeke pêşmergeyan de bombe bi xwe de teqand.

Xwekujeke DAIŞ'î ku xwe tevlî nav sivîlên Telaferî kir, di kozikeke pêşmergeyan de bombe bi xwe de teqand.

Li gorî agahiyan xwekujekê li cihekî nêzî kozika pêşmergeyan bombeya bi ser xwe ve, bi xwe de teqand. Di encamê de zarokek û du jin hatin kuştin, 5 pêşmerge jî birîndar bûn.

Her wiha şevê din çeteyên DAIŞ'ê li gundê Zergê yê Xurmatûyê êrîş bi ser pêşmergeyan de birin. Di vê êrîşê de pêşmergeyek şehîd bû.