'Xwedîderneketina li welêt berdana dîroka xwe ye''

Rastiya Kurd a ku ji welatê wê hatiye qutkirin rastiyeke birîndar, li ber zikratan e. Xwedîderneketina li welatê xwe, tê maneya ku mirov dev ji dîrok û çanda xwe biqere. Di encamê de tê maneya ku mirov dev ji jiyana bi rengê civakbûnê û netewebûnê biqere.

Têgînên welat, make-welat di serdema netewebûnê de bûye xwedî girîngiyekê. Makewelat bi rengê têgîneke sosyolojîk, pênaseye cografyayekê dike ku ji sedên salan û vir ve li ser wê çand hatiye afirandin, bazar ava bûye, bûye xwedî bîreweriya dîrokî û ji hêla demografiyê ve lê hatiye bicihbûn. Ji bo kapîtalîstên ku pêgirê bazarê ne, jê girîngtir e ji bo gel û neteweyê ku aferandeyê rastîya çanda civakî ye, mekanê jêneger ê jiyanê ye. Welat ne tenê ew cografya ye ku hilberandina madî ya jiyanê û çandê li ser tê kirin, her wiha dergûş e ku dîrok û rihê wê lê çêdibe. Jêbêparbûn (ji hêla têgîn û ruhî ve) ji bêmalbûnê û ji bêrihbûnê kambaxtir e. A ku civakê bêmal û bêrih dihêle, dikare ji çanda madî û manewî jî bêpar bihêle. Jixwe rûdanên bi vî rengî bi navê Plana Şark û Islahatê bi rengekî barbarî hatiye bicihanîn. Raperînên ku li gorî komployê li ser zemîna provakasyonê pêk hatin kirine hincet kevir li ser kevir nehatiye hiştin, têkilî rastiya Kurd û Kurdistanê hewl hatiye dayin ku yek peyv jî neyê bikaranîn. Hêmana eslî ya damezirandinî ya Komarê, gelê ku di dîrokê de cara pêşî ye ku bûye xwedî wî welatî ku bi navê wê hatiye binavkirin, hatiye rewşeke wiha ku ji rewşa gelê ku ne xwedî welatê xwe be.

Di ti serdema dîrokê de nehatiye dîtin ku ti îdeolojî û dînî welatek bi vî rengî tine hesibandiye. Di hişmendî û bîreweriya xilbeyê civaka Tirk de nêzîktêdayineke wiha nîne. Mirov hevşiba pratîka diyardeya Tirkên spî, di serî de li Elmanya, Îtalya û Japonya, di nav gelek neteweyan de (netewên dewletî , neteweyên ku bi destê dewletê hatine afirandin, dewletên ku bi destê netewayatiyê û milliyetgiriyê hatine danîn) bibîne, ku dereng ketine modernîteya kapîtalîst. Qedroya bûrokratîk a Ittîhat Terrakîparêz ku xwestin ji netewayatiya Tirk dewletê ava bikin, ji ber ku Elmanên ku bi hev re şer kirin (Şerê Cîhanê yê Pêşî) û milliyetgiriya Elman ku di nav şitilgeha wê şîn hatine û milîtarîzma wê dane ber xwe, ne ku tenê hevşiba netewayatiya Nazî an jî cêwîka wê ye, her wiha yek ji hêmana wê ya damezirandinî ye jî. Hîtler dema ku dest bi ceribandina qirkirina Yahûdiyan kirî, bi xwe li xwe mikur hatiye ku ji ceribandina qirkirina Ermanan a hikûmeta Îttîhat Terakkî sûd wergirtiye.

BÊWELAT HIŞTINA KURDA

Bêwelathiştina Kurdan bi van du ceribandinên dîrokî re bi têkiliyeke nêz e. Her wiha divê mirov bandora wê serdemê jî lê zêde bike ku îdeolojiya pozîtîVîst gihaştibû cihê herî bilind. Zanyariya pozîtîvîst, diyardeyên sosyal jî li gorî yasayên di fizîk û biyolojiyê de dinirxand. Tirkên Spî ku bandora laîk a dogmatîk a vê îdeoljiyê jiyan, ji bo ku diyardeyek bi qanûnê tine dihesibandin, bawerî pê dianîn ku ti hikim û rastiya wê diyardeyê nedima. Ji vî alî ve ji dogmatîkên Serdemanavîn bêhtir dogmatîk bûn. Têgîna Tirkiyê van salan çêbûye. Ji ber pirbûna nifûsa Tirk û çêbûna dîrokî ev ne têgîneke şaş bû. Lê bi rêya zorê û bi qanûnê bi rengekî ku Kurdistanê jî vehewîne navxwe berfirehkirina vê li dijî rastiyên dîrokî bû. Modernîteya netewî ya Tirk weke ku dînekî nû ava kiribe, bi xwe dabûn bawerkirin ku bi gotina 'tu nînî' ya li her têgîn û diyardeyê, wê tine bibe. Helbet milîtarîzma kujer jî di vê de bi roleke sereke rabû.

Raperînên Kurd ji bo ku Kurdistan ji Kurdan re nebe welat bi rengekî bêrehm hate serkutkirin. Gel û welatê ku di avabûna Komarê de cih girtî çûye, li şûna wê, wahşî mane ku bi her tiştê xwe divê were çewisandin û tine were hesibandin, bêziman û bêwelat, navê wê hatî qedexekirin, dema ku li çiyê meşiyayî dengê 'kart-kurt' derdixîne! Hêza kapîtalîst a hegemonîk hevkarê nêz ê vê polîtîkayê bû. Qet deng dernexist, ji bin ve destk da vê polîtîkayê. Jixwe ji ber vê dest li ser petrola Mûsil-Kerkûkê danîbû. Nêzîkbûna dewleta Tirk a li Fransayê, pejirandina hişmendiya neteweya laîk û hişmendiya hiqûqê, bes bû ku Fransa van kirinên dermirovî ji bîr bike. Almanya jixwe endama damezirandinêr bû. Ji hêla sosyalîstên reel ên Rûs be, kirnên Tirkîtiya Spî yên li Kurdistanê li dijî paşverûtiyê serfiraziya pêşverûnê bû. Komara Kurd a Mehabatê ya li Rojhilatê Kurdistanê jî bûbû qurbanê eynî polîtîkayê. Tişta dihate çespandin e bû ku hêzên modernîteya kapîtalîst ji bo berjwendiyên xwe yên rojane bi carekê re dikarîbûn ku welatê bi hezaran salan ê civakekê tine bihesibînin.

KURDISTANEKE BIÇÛKKIRÎ TIM LI ZÊDEKÊ HATE HIŞTIN

Rastiya Başûrê Kurdistanê bi encama hesabên şerê sar hate germkirin. Ji bo ku gelê Kurd ku fizîkî jî be hebûna xwe didomand bi bîrewerî jî geş nebe û hikim li ser qedera xwe neke û bi rewşa qereqola pêş a pergalê were hiştin, Kurdistaneke ku hatî biçûkkirin tim di weke ya zêdek (yedek) hate hiştin. Diyardeya ku jê re Kurdistana Iraqê tê gotin, tam jî weke wê, ku di ber windakirina welatê dîrokî de yên gelên Helen û Ermen, weke deynê di sûkra xwe de bidin, mîna ku wan mehkûmî parçeyên biçûk ên welat bikin, anîn rojevê. Dema ku sedsala 20'an bi dawî bûyî, welatê ku di dîrokî de belkî welatê herî pêşî û dêrîn bû hema bibêjin anîbûn ber nemanê. Ji bo civakekê ji hêla modernîteya kapîtalîst ve bêwelat mayin, bi nîvî nîvî windakirina hebûn û rastiya xwe bû. Dema ku welat, niştiman, xak tine hate hesibandin, li ser piya hiştina civakê, domandina hebûna madî û çanda manewî bi mûcîzeyan ve dimîne. Ev rewş dişibe wê ku mirov di valahiyê de avjeniyê bike an jî bimeşe. Ji bo ku hebûna xwe biparêzî yan tu yê bib3i masî û avjeniyê bikî an jî bibî çûk û bifirî.

Yek ji sûcê herî mezin ê modernîteya kapîtalîst a li dijî diyardeya welêt ew bû ku hişmenidya req, neguherbar, yek netewî ya sînoran weke ku têgîneke pîroz be, bi sextekarî kire piyaseyê. Hişmendiya sînor a netew-dewletê xwedêgiravî weke şanîdêriya wê be ku çawa welêt diparêze, weke kult, îbadetekê tê neqişandin. Di rastiya xwe de jî sînorê milkiyetê yê herî berfirehkirî û giştîkirî ye. Rengê herî berfirekirî yê milkiyetê ye; qonax adawî ya dîroka milkiyetê ye , ku bi çîtdanÎna li dora zeviyekê dest pê kiriye. Sînor hingî wiha bi rengekî req têne danîn, xwedêgiravî ji bo bosteke wê şer tê kirin. Şer tê kirin lê ev şer ne di ber berjewendiya civakan, neteweyan de ye, ji ber potansiyela karê zêde yê di nav de ye. Sînorên netew-dewletê çendî hatibe reqkirin ev tê maneya ku zêdetir kar jê tê.

Bêguman sînorên welatî yên gelan, neteweyan hene. Lê di bîreweriya modernîteya demokratîk de çêbûn û parastina van sînoran ji ya hişmendiya netew-dewletê cihê ye. Di vê bîreweriyê de sînor ne bigewdebûna milkiyetê, hevkariya herî zindî ya li gel cîranan, parvekirni, danûstandin, piştevaniya ku senteza çandî pêk hatî, xetên dostanî û civakiyên rajorî ne. Ev qad ku pirnetewayatî, pirçandî her pir lê pêk tên, xelekekên afirandêr in ku çand û şaristaniya rajor lê bi haveyn dibin; qadên wiha ne ku ne pevçûn û şer lê aştî û xwîşk û biratî lê têne jiyîn. Sînorên ku di dîrokê de bûne cihê karên wiha, di serdema modernîteya kapîtalîst de bûne cihên ku herî pir şer lê dibin, têne mayinkirin, bi têlên direhî û dîwaran mirov nikaribe jê derbas bibe,, bûne dîwarên girtîgehan ku gel û netewe tê de hatine girtin. Gel û neteweyên ku tê de ne nayên parastin, di qefesên hesinî de têne hiştin, girtin, bi zorê dikin leşker, dikin bekar û karkerên bi heqdesta kêm. Etnîsîte, gel û neteweyên ku li derveyî neteweya serdest têne hiştin, çand û gerdîşa wan têne asîmîlekiin û qirkirin. Di nav rastiya sînorên netew-dewletê de berjewendiyên bêsînor ên sermiyanê, yekdestên desthilatê veşartî ne.

Rastiya Kurd a ku ji welatê wê hatiye qutkirin rastiyeke birîndar, li ber zikratan e. Xwedîderneketina li welatê xwe, tê maneya ku mirov dev ji dîrok û çanda xwe biqere. Di encamê de tê maneya ku mirov dev ji jiyana bi rengê civakbûnê û netewebûnê biqere. Rastiya civaka Kurd bi rengê bêwelatiyên nikare were pênasekirin; civaka bêwelat nikare hebûna xwe bidomîne, nikare xwe ji tertûbelavbûn û tasfiyebûnê xilas bike.

Her çendî rastiyeke welatî ya mêtingerî û qirkirinê hebe jî hebûna Kurdistanê nikare were înkarkirin. Heta ku ferdê dawî jî hebe ku li ser dixwazin pêgirê dîrok û civaka xwe, bi azadî bijîn hebûna wê, wê bidome. Ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Ermen, Sûryan, Tirkmen, Ereban û her kes û çandê ku dixwaze bi azadî lê bijî, wê bibe welatê hevpar ku bi demokratîk, azad û wekhev par ve dike. Nebûna netew-dewletê wê nebe bêşansî, wê bibe şans. Vê carê wê nebe ew welatê ku bajarîbûna û şaristaniya dewletî ya çînî, dijminê ekolojiyê, li Rojhilata avîn wê bibe ew welatê hilhatina berbanga modernîteya demokratîk û di dergûşa wê de mezin dibe.

*Ji Parastinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye berhevkirin.