Xwarin û dermanên Tirkiyeyê bi DAÎŞ'iyan re hatin dîtin

Li ser 2 DAÎŞ'iyên ku li herêma Mexmûrê sê şivan birîndar kirin û piştre ji aliyê gerîlayên HPG'ê yên Mexmûrê ve hatin kuştin, êlekên bi îmzeya serçete, mal û dermanên Tirk hatin dîtin.

Piştî ku DAÎŞ'iyên êriş birin ser herêma Mexmûrê hatin kuştin, di encama lêgerînê de li ser wan gelek malzeme hatin dîtin.

Çeteyên DAÎŞ'ê di 2'ê Sibatê de êriş biribûn ser kampa penaberan a Mexmûrê. Çeteyan li Çiyayê Qereçoxê sê şivanên ku pezê xwe diçêrandin birîndar kirin û her du çete piştre bi destwerdana gerîlayên HPG'ê re di şer de hatin kuştin.

Li qada şer û herêmê lêkolîn hate kirin û di encamê de gelek cebilxane, malzemeyên xwedîkirinê û hin telefon hatin dîtin. Di nava malzemeyên hatin dîtin de çente, kinc, erzaq û derman jî hebûn.

Li ser êlekên êrişê hin nivîs hebûn ku nîşan didan, serçeteyan ev yek diyarî çeteyan kirine. Balkêş e ku derman û hin madeyên xwarinê yên bi çeteyan re hatin dîtin malên Tirkiyeyê bûn. Nehate hînbû ku çeteyên DAÎŞ'ê xwe bi çi rengî gihandine mal û dermanên Tirk an jî ew malzemeyên Tirk çawa gihîştine wan.