Xizmên Windayan li aqûbeta Adiguzel pirsîn

Xizmên windayan, aqûbeta Kuddusî Adiguzel ê li gundê Kanika ya girêdayî navçeya Pasûrê, di Adara 1994’an de, leşkeran di serdegirtina malê de bi êşkecneyê destgîrkiribû û piştre carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan, bi armanca “Winda bên dîtin û faîl bên darizandin” çalakiya xwe ya heftiya 634’emîn, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal bi weşandina vîdeoyekê lidar xist. Di çalakiya vê heftê de, çîroka Kuddusî Adiguzel ê li gundê Kanika ya girêdayî navçeya Pasûrê ya Amedê, di Adara 1994’an de leşkeran di serdegirtina malê de bi êşkenceyê destgîr kirin û piştre bi ti awayî agahî jê nehat girtin hat vegotin. Endama Desteya Rêveber a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Gurbet Yavûz çîroka Adiguzel xwende. Parêzer Mesût Beştaş û pêvajoya hiqûqî ya Adiguzel  vegot.

Yavûz, diyar kir  ku leşkeran di 18’ê Adara 1994’an de bi ser mala Kuddusî Adiguzel de digirin û wiha axivî: “Leşker piştî lêgerîna di malê de, naylonê bi ser canê Adiguzel de dehilînin. Leşker vê êşkenceyê li ber çavên hevjîn û zarokên wî li wî dikin. Cerdevanê li navenda Pasûrê dijî Mûhsîn Can jî di serdegirtina malê de cih digire. Leşker û cerdevan piştre mala Adiguzel didin ber agir û wî bi xwe re dibin. Ewil wî dibin Qereqol Sivrîce û ji wir jî dibin Qereqola Eskerî ya Navçeya Pasûrê. Malbata Adiguzel diçe Qereqola Eskerî ya Pasûrê û bi Serpêl Abdullah re hevdîtinê dike. Ligel hemû serlêdanan jî malbat tu encamê bi dest naxwe. Di 12’ê Hezîrana 1994’an de li goma Duzpelît a gundê Hacana ya Pirsûsê 8 cenaze tên dîtin. Li ser vê yekê hevjîna Adiguzel Muhlîse Adiguzel diçe cihê bûyerê. Hevjînê xwe ji kincên wî nas dike. Lê ji ber ku ditirse, vê yekê bi kesekê re parve nake û serî li tu saziyên fermî nade.”

Parêzerê malbatê Mesût Beştaş ê pêvajoya hiqûqî ya bûyerê dişopand jî, wiha axivî: “Di sala 2001’an de dosye ji bo me hat. Piştî ku çend daxwaznameyên me ji bo hiqûqa hûndirin rêkirin, me serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Lê serlêdana me nehat qebûl kirin.”