Li Marsîlyayê cezayê girtîgehê li polîsekî hate birîn ku êrîşî Kurdekî kiribû

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, polîsekî ku di dema çalakiyeke şermezarkirinê de êrîş bir ser Kurdekî bi cezayê girtîgehê hate cezakirin.

Polîsê ji Marsîlyayê ku ji Kanûna 2023'an û vir ve li Tûgaya Herêmî ya li Bobignyê wezîfedar e, hate sûcdarkirin ku "Kulmeke ne pêwîst avêt rûyê xwepêşandêrekî."

Piştî ku endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn Goyî (Emîne Kara) di 23'ê Kanûna 2022'an de tevî 2 Kurdan hate qetilkirin, di 24'ê Kanûnê de li Marsîlyayê çalakiyeke şermezarkirinê hatibû lidarxistin.

Dozger Sylvie Odier xwest, cezayê 8 mehan ê girtîgehê yê taloqkirî û dûrxistina salekê ji karên cemaweriyê li polîs bê birîn.

Di dîmenan de hate dîtin ku hostayê fayans ê Kurd Mûstafa I. dema ku li êrişa polîs rast hat, bi tena serê xwe bi bêdengî dimeşiya.

Polîsê bersûc bi gotina "Bi qasî ku tê bîra min direviya" û xwe parast.

Dozger Silvie Odier anî ziman ku binçavkirina ji aliyê polîs ve ahate kirin 'mafdar bû, lê ne hevseng bû'. Polîs du kulmên giran li rûyê karkerê Kurd xistibû, bêvila wî şikandibû û bûbû sedem ku rûyê wî xwîn bibe.

Kurd ê ku gilî kir, ji ber 'ji ser hişê xwe çû' bûyer nayê bîra wî. Lê belê di dîmen de tê dîtin ku polîs bi ser wî ve dibeze, karkerê Kurd weke ku bibêje tiştekî ku pê bê sûcdarkirin nekiriye destê xwe bilind kiriye.