Xizmên windayan ji bo Dayika Taybet û Esenboga hatin ba hev

Xizmên windayên ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, ji bo Taybet Înan û Hasan Esenboga hatin ba hev.

Endamên Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Amedê û malbatên windayan bi dirûşmeya ‘’Bila kesên winda bên dîtîn û kiryar bên darizandin’’ 774’emîn çalakiya ku her heftetî li dar xistin.

Tevî barana zêde jî malbat li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê hatin li ba hev û dubare aqûbeta windayan pirsîn.

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz, anî ziman ku li Tirkiyeyê sedema piraniya binpêkirinên mafan, çaresernekirina pirsgirêka Kurd e.

Serokê Baroya Amedê Nahît Erenî jî got: Ger em van kiryarên ku paşerojê qewimîne nebînin, em nikarin pêşerojeke azad û baş avaa bikin.’’

Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Hasan Esenboga Endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Berfîn Elçîyê xwend. Hasan Esenboga di sala 1994'an de li Cizîrê hatibû binçavkirin û 4 rojan piştî binçavkirinê cenazeyê wî  li ser rêya di navbera Cizîr û Hezexê de hatibû dîtin.

ÊLIH

Li Êlihê jî endamên ÎHD'ê û malbatên windayan ji bo çalakiya 610'an li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Kolana Gulîstanê hatin li ba hev. Endam û rêveberên gelek sazî û partîyan jî tevlî çalakiyê bûn.

SILOPIYA

Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Taybet Înan a ku di êrîşên qirkirinê yên sala 2015'an de li navçeya Silopiya hatibû qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li  kolanê mabû, hat xwendin.

CIZÎR

Şaxa ÎHD'ê ya Şirnexê jî  li Kolana Hunerê a navçeya Cizîrê li ber çapemeniyê daxuyaniyek da. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn û çîroka Hasan Esenboga hat xwendin.