Xizmên Windayan ji bo Bayram û Yakar hatin ba hev

Xizmên Windayan aqûbeta Mehmet Şirîn Bayram û Orhan Yakar ên ku sala 1996’an hatine windakirin, pirsîn.

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Amed û Êlihê wek her hefteyê li aqûbeta windayan pirsîn û çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam kirin.

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD’a Amedê di hefteya 771’emîn de çalakiya heftane li dar xistin û li aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram ê di 2’yê mijdara 1996’an de li navçeya Pasûra Amedê hat binçavkirin û carek din xeber jê nehat girtin pirsîn. Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.

Xwişka Mehmet Şîrîn Bayram, Halîme Bayram ku beşdarî çalakiyê bû axivî û derbarê têkoşîna ji bo windayan de got: “Tevî ku  27 sal derbas bûn jî me tu agahî ji birayê min negirt. Ev 27 sal in em li aqûbeta wî dipirsin. 27 salên din jî bi ser re derbas bibe em ê li aqûbeta wî bipirsin û dest ji têkoşîna xwe bernedin.”

Bavê Mehmet Şîrîn Bayram, Mustafa Bayram jî got: “Ez dixwazim aqûbeta lawê xwe hîn bibim. Ez dixwazim faîl bên dîtin û girtin.”

Endamê ÎHD’ê Bawer Çîndemîr serpêhatiya windakirina Mehmet Şîrîn Bayram xwend. Çîndemîr diyar kir ku Mehmet Şîrîn Bayram di 15’ê tebaxa 1978’an de li mezra Bîra Zeyna ya navçeya Pasûra Amedê tê dinê. Çîndemîr da zanîn ku dewlet diavêje ser gund û zextên giran li gundiyan dike û dixwaze bi darê zorê gundiyan bike cerdevan. Çîndemîr anî ziman ku gundî zilma cerdevanan qebûl nake û gundê wan tê şewitandin û gundiyan ji warê wan derdixe. Çîndemîr destnîşan kir ku Mehmet Şîrîn Bayram di 2’yê mijdara 1996’an de dema diçe gund serdana mala apê xwe tê binçavkirin û ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin.

Piştî serpêhatiya windakirinê hat xwendin, ji bo hemû windayan çalakiya rûniştinê li dar xistin.

ÊLIH

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 607’emîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê kom bûn û bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li aqûbeta windayan pirsîn. Rêveberên OHD, MEBYADER, HEDEP, DBP, nûnerên Platforma Ked û Demokrasiyê beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. 

Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Orhan Yakar ê di sala 1996’an de li Stenbolê hat windakirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn.

Daxuyaniya vê hefteyê rêveberê ÎHD’a Êlihê Abdurrahîm Boga xwend. Serpêhatiya windakirina Yakar wiha ye: “Orhan Yakar di sala 1981’ê de li navçeya Bazîda Agiriyê tê dinê û ew hê 15 salî ye ji ber tengezariya aborî di 1996’an de diçe Stenbolê û dixebite. Her çiqas malbata wî lê digere jî lê tu xeber jê nagire. Bavê wî Mehmet Yakar diçe Stenbolê û serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê dide. Serî li dozgeriyê û Midûriyeta Polîsan dide. Her wiha îlanda windayî jî dide rojnameyê. Lê tevî hemû serlêdan û hewldanan jî tu agahî ji Orhan Yakar nayê girtin.”

Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.