Xizmên windayan ji bo Avşar û Ozalp kom bûn

Li Amed û Êlihê xizmên windayan, ji bo Mehmet Şerîf Avşar û Cavît Ozalp tên ku ji aliyê hêzên dewletê hatibûn qetilkirin, kom bûn.

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê wek her hefteyê li ber Bîrdariya Mafên Jiyanê ya Parka Koşuyolu kom bûn. Di hefteya 692’emîn de li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujer bên dîtin û cezakirin. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî beşdarî çalakiyê bûn û di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiyê de vê hefteyê de serpêhatiya Mehmet Şerîf Avşar ê ku di 10’ê gulana 1994’ an de li Amedê hatiye qetilkirin hat parvekirin û li kujerên wî pirsîn. 

Ewil Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî. Zeytûn bi lêv kir ku sedema binpêkirina mafan û bêhiqûqiyan politikayên antîdemokratik e û wiha got: “Bi wan polîtikayan çareserî nayê. Em dibînin ku li her aliyê polîtîkayê bêceza hiştin tê meşandin. Em ê li hemberî van kirinan têkoşîna xwe ya bi xizmên windayan re bidomînin.” 

Piştî axaftina Zeytûn, xwişka Mehmet Şerîf Avşar, Sadiye Avşar serpehatiya kekê xwe parve kir. Avşar diyar kir ku Mehmet Şerif Avşar li ser karê xwe hatiye destgîrkirin û piştre jî hatiye kuştin. Avşar da zanin ku bi texsiya Torosê kekê wê birine avahiya JÎTEM’ê ya Saraykapiya Amedê û wiha domand: “Piştî bûyerê 2 hefte şûnde me kekê min di avahiyeke xirabe de kuştî dît. Hin fail hatin darizandin lê cezayên ku heq dikirin negirtin. Em dixwazin ku destê kî di kuştina kekê min de hebe, bila were darizandin û cezakirin.”

Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan deqîqeyek çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

ÊLIH 

Li Êlihê jî Xizmên Windayan rêveberên ÎHD’ê di hefteya 529’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xistin. Çalakî li avahiya komeleyê pêk hat û wêneyên windayan hat hildan. Rêveberê ÎHD’ê Huseyîn Elçî daxuyaniya vê hefteyê da. Elçî serpêhatiya Cavît Ozalp ê di 21’ê Tebaxa 1994’an de li gara trênê ya navçeya Bismila Amedê hat destgîrkirin û pişt re cenazeyê wî radestî malbatê hat kirin parve kir û xwest kujerên Ozalp bên darizandin û cezakirin. 

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.