Xizmên Girtiyan: Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe çalakiya xwe bidomînin

Xizmên girtiyan ên ku Nobeta Edaletê didomînin gotin “Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe ji bo azadiya girtiyan çalakiya xwe bidomînin.”

Nobedat Edaletê ku xizmên girtiyan ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan daye destpêkirin, di roja 309’emîn de li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê dewam dike. Rêvebirên Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER),  Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştevanî û Alîkariya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya 78'an ê Amedê, Komeleya Mezopotamya ya Çanda Ziman û Lekolîne (MED-DER), piştgirî dan çalakiya Nobeta Edaletê.

‘HETA GIRTÎ BÊN BERDAN WÊ ÇALAKIYA ME BIDOME’

Di çalakiyê de xwişka girtiyê nexweş Reşahat Ada axivî û got: “Hûn ji ber çi qanûnên xwe pêk naynin? Hûn îro li girtîgehê zext û tundiyê pêktînin. Hûn çima girtiyên nexweş bernadin? Bi sedan girtiyên nexweşên giran hene ku nikarin pêwistiyên xwe pêk bînin. Ma ne guneh e. Heta ku ew neyên berdan, em dev ji çalakiya xwe bernedin.”

Ada diyar kir ku ew ji ber ku naxwazin li girtîgehan cenaze derbikevin li pêş ATK’ê çalakî pêk tînin û wiha dewam kir: “Em ji bo darbestan nedin ser milên xwe, li vir in. Cezayên girtiyan diqede, lê nayên berdan cezayên hucreyên yek kesî û disîplînê tên dayîn. Di qanûnê de tiştek wisa tineye. Ji kesekî re 10 sal cezaya hucreya yek kesî dane, ma ev edalet e? Bila zarokên me bên dermankirin û berdana wan neye taloq kirin. Em deyndarê zarokên xwe ne û em li gel wan in. Em ê çalakiya xwe heta dilopa xwîna xwe ya dawî bidomînin.”

Ada xwest ku welatên Ewropa û cihanê bila xwedî li wan derbikevin û ji bo çalakiyê bang li hemû malbatên girtiyan kir.

Çalakî bi dirûşmên, “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.