Xizmên Şik a hatî qetilkirin: Ne dilrehmî, edalet!

Xizmên Hamdiye Şik ku li Bismilê ji hêla hevjînê xwe cerdevanê bi navê Mahmut Karaaslan ve hatibû qetilkirin, gotin: “Em ne dilrehmiyê lê edaletê dixwazin.”

Di doza Hemdiye Şik û kurê wê Kadîr Karaaslan ku ji aliye hevjînê wê yê berê ve û neviyên xwe yên cerdevan de hatibûn qetilkirin dihatin darizandin, ji ber ku serokê dadgehê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê di betlaneyê de bû, biryar nehat dayîn.

Jina bi navê Hamdiye Şik û kurê wê Kadîr Karaaslan, di 18’ê tîrmeha sala 2020’an de li gundê Kaxitlî ya bi ser navçeya Bismila Amedê ve ji aliyê hevjînê wê yê berê û neviyên xwe yên cerdevan ve hatibûn qetilkirin. Danişîna doza Şik û kurê wê dê sibe li Edliyeya Amedê pêk bê. Zarokên Hamdiye Şik, îro hatin pêşiya Edliyeya Amedê û daxuyaniyek dan. Endamên Komeleya Jinan a Rosa û Baroya Amedê jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de dowîzên “Em edaletê dixwazin”, “Dengê me bibihîzin” û “Dayik û birayê me kuştin û em edaletê dixwazin” hatin rakirin.

Di daxuyaniyê de keça Hamdiye Şik, Bahar Karaaslan axivî û da zanîn ku faîl, ji bo kuştina hemû kesî ev komkujî plan kiriye. Karaaslan bi domdarî ev tişt anî ziman: “Hêj di kêliya ewil a ketina girtîgehê de van kujeran gotin ku dê bên berdan. Me jê bawer nedikir. Lê belê bi rastî jî derketin. Em dixwazin ku edalet pêk bê. Em ji tu kesekî dilrehmiyê naxwazin. Em dixwazin ku edalet pêk bê. Banga min ji bo raya giştî ew e ku piştgiriyê bidin me.”

Piştre jî bûka Hamdiye Şik, Sevînç Karaaslan axivî û wiha got: “Di êrişê de ez jî birîndar bûm. Di vê komkujiyê de kujer Mahmut û zarokên wî hevkar bûn. Lê dîsa jî hatin berdan. Em dixwazin ku êdî ji vê rewşê re bibêjin ‘bes e.’ Xetereya mirinê li ser jiyana me heye.  Em nizanin bê ka em ê îro bi saxî vegerin malê yan na. Banga me ji bo rayedaran ev e; êdî denge me bibihîzin. Em nizanin bê ka dê çarenûsa me bibe çi. Em ê dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin. Hêviya me ew e ku di danişîna sibe de biryareke adilane bê dayîn.”