Xiyaneta 31'ê Tebaxê: Dagirkirina Hewlêrê bi tangên Seddam

Heman Barzanî yê ku îro dibêje, ‘ez ê dewletê ava bikim’ beriya bi 21 salan  ji Seddam re, ku kujerê 182 hezar Kurdî bû, nameyek şand û Hewlêr dagir kir. 

Beriya bi 21 salan PDK a bi pêşengiya Mesûd Barzanî bi tangên Seddam Hewlêr dagir kir. Seddam Huseyîn ku 182 hezar Kurd bi Enfalê kuşt, 31’ê Tebaxa 1996’an bi daxwaza PDK’ê, bi tang û top û çekên giran kete Hewlêrê.

Di vê dîrokê de ku gelê Başûrê Kurdistanê jê re ‘’xiyaneta 31’ê Tebaxê’ dibêje, PDK’ê, parlamentoya Kurdistanê jî, ku bi têkoşîna 50 salan a gelê Kurd û bi xwîna 100 hezaran şehîd ava bûbû, ji bo partiyeke dî ya Kurd têk bibe ji leşkerên Seddam re kire baregeha leşkerî.

Di dema şerê Kendavê de, li Iraqê piştî ku  bakurê parelelê 36’an ji balafiran re hate qedexekirin, 1992’yan Yekîtiya Niştimanperwerên Kurdistanê (YNK) ji bo ku Hewlêrê ya di destê rejîma Baasê de bistîne operasyonek da destpêkirin û bajar ji rejîmê pak kir. Piştî ku bi fermandariya endamê Polîtburoya YNK’ê Kosret Resûl Elî pêşmergeyên YNK’ê û Partiya Komunîst a Kurdistanê û gelek komên dî yên Kurd Hewlêr ji rejîmê pak kirin, ev bajar bi paytextbûna Başûrê Kurdistanê hate ragihandin.

PLANA ÇELEBÎ YA KU DIXWEST PÊ SEDDAM HILWEŞÎNE

1996’an bi bûyerên herêmê re muxalîfên Iraqî yên bi pêşengiya Ahmet Çelebî ji bo ku Seddam hilweşînin bi CIA’yê re li ser planekê dixebitînin. Lê  dudiliyên DYA’yê li ser planê hebûn. Yek jê; rêveberiya Bîll Clînton ku li DYA’yê li ser kar bû ji bo hilbijartina ku wê salê wê bihata kirin plan dabû sekinandin. Ya dî jî ji ber ku beşek ji muxalîfên Iraqî di bin bandora Îranê de bûn, bi DYA’yê re ew metirsî çêdibû ku ‘Iraq bikeve bin kontrola Îranê’ de.

PLANA TALABANÎ YA KU DIXWEST KERKÛKÊ BISTÎNE

Lîderê YNK’ê Celal Talabanî diyar dikir ku ew ê destekê bidine plana hilweşandina Seddam. Talabanî her wiha li ser planeke wiha dixebitî ku hêzên ji bakur bişîne ser Hewlêrê, ji başûrêrojava bi Çemçemalê ve bi pêş ve biçe, Kerkûkê bistîne û têkiliya wê bi Mûsilê re qut bike.

Piştî ku DYA bi erênî li plana muxalîfan nenerî Ahmet Çelebî jî amadekariyên xwe sekinand. Lê piştî ku Celal Talabanî berê xwe da Kerkûkê, muxalîfên Iraqî jî gotin piştî ku Kerkûk hate standin dibe ku Mûsilê jî bistînin û bi ketina du bajaran DYA ji mecbûrî jî be wê nikaribe bibêje paşguh bike û wê destekê bide wan.
Tebaxê, Celal Talabanî ji Çemçemal û Hewlêrê starta operasyona Kerkûkê dide. Bilez pêşveçûna hêzên pêşmergeyan CIA jî şaş kir. Lê arîşeyek hebû. Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî 22’yê Tebaxê nameyekê ji Seddam Huseyîn re dişîne û daxwazê jê dike ku Hewlêrê dagir bike.

NAMEYA BARZANÎ YA JI SEDDAM RE

Di nameya xwe de Barzanî, ji kujerê 182 hezar Kurdî Seddam re dibêje ‘Serokê min’ û wiha dibêje: ‘’Serokê min î Birêz, tu bi serkeftin û bi aqilê xwe divê çareyekê bibînî ji destwerdana Îranê ya bi ser Iraqê de (…) Em ji te ezîz û xweşevistî hêvî û tika dikin ku fermanê bidî artêşa Iraqê  û li dijî hêzên biyanî ku talokeyan çêdikin û li dijî îxaneta hevkar Celal Talabanî artêşa Iraqê bikeve Hewlêrê.’’

Piştî bi çend rojan Barzanî kete ser rêya Bexdayê, li gorî peymana ku bi Seddam Huseyîn re kirî, ‘’artêşa Iraqê ji bo ku Hewlêr were standin wê alîkariyê bide Barzanî, Barzanî jî ji bo ku hêmanên muxalîfan ên Iraqî yên li Başûrê Kurdistanê ne werin girtin wê destekê bide Seddam.’’

CIHÊ KU PDK KETIYÊ ŞER ÇÊBÛ

Piştî peymana Barzanî-Seddam, 31’ê Tebaxê artêşa Iraqê ji Mûsil û Kerkûkê bi 150 tangî û bi 30 hezar leşkerî kete Hewlêrê. Dema ku ketî bajêr  şerekî giran çênebû; piştî ku hêzên PDK’ê li ser rêya Hewlêr-Giwêrê 13 pêşmergeyên YNK’ê bi saxî girtin û dane ber guleyan di serî de li taxa Ankawa li gelek deveran şer çêbû. Di şer de li ser hijmara kuştî û birîndaran daneyên cihê hene. Lê tê gotin 450 kes hatin kuştin û 200 kes jî birîndar bûn. Artêşa Iraqê mehekê li Hewlêrê û derdora wê pêla girtina muxalîfên Iraqî domand.

‘EM BI BAASÊ RE BÛNE HEVKAR’

31’ê Tebaxê Barzanî, bi endamê polîtburoya PDK’ê Fazil Mîranî û serokê parlamentoyê yê wê demê Cewher Namik Salim re civînê çêdike û Barzanî dibêje, ‘’Ji bo ku Hewlêrê bistînin wan bi rejîma Baas re tifaq danî û bajar ji Celaliyan paqij kirine’’. Ji PDK’ê serokê parlamentoyê Cewher Namik dibêje ew ê ji vê re ‘îxanetî’ bibêje û helwesta xwe nîşan dide. Arîşeya di navbera Cewher Namik Salim û Barzanî de ji wê demê dest pê dike.

BARZANÎ GOTIBÛ YEKÎTIYA XAKA IRAQÊ!

Barzanî ku îro dibêje, ‘’Bi Iraqê re tiştekî me yê hevpar nemaye, ez ê dewleteke serbixwe ava bikim’, piştî 31’ê Tebaxê di daxuyaniya çapemeniyê de gotibû, ‘’Em Kurd in, em Iraqî ne. Dibe ku di navbeyna me û Iraqê de hin arîşeyên biçûk hebin. Lê xala me ya hevpar parastina Iraqê ye. Li ser me gefên ji der ve hene. Piştî ku DYA û Rojava destek nedane me, em mecbûr man ku ji hikûmeta navendî destekê bixwazin.’’

ÎXANET JI XWE RE KIRE ZEMÎNA PÊRABÛNÊ

Beriya 31’ê Tebaxa 1996’an Silêmanî, Hewlêr, beşek ji Helepçe, Ranya, Qeladiz, herêma Qendîlê, Pencewîn û gelek deverên dî di destê YNK’ê de bûn. Di destê PDK’ê de jî tenê Duhok, Zaxo, Soran û beşekî Helepçe hebû. Li gorî daneyan 30 ji 100’î ya xaka Başûr di dest PDK’ê de bû. Lê piştî îxaneta 31’ê Tebaxê xaka di destê PDK’ê de bû 60 ji 100’î. Herwiha di hilbijartina 1992’yan de PDK 44 ji 100’î ya dengan standibû, piştî îxaneta 31’ê Tebaxê di hilbijartina seroktiyê de Barzanî 71 ji 100’î ya dengan standibû. Ev dane nîşan didin bê ka PDK çima hevkariyeke wiha kiriye.