Xidir Salih: Xweseriya Şengalê wê îsal bê ragihandin
Serokê Meclîsa Avaker a Şengalê diyar kir ku ew ê di sala 2017’an de bi fermî Xweseriya Şengalê îlan bikin û got, "Em ê xweseriyê bikin diyarî ji bo dayikên me yên ku zarokên xwe di vê rêyê de kirine qurban."
RIZGAR DENÎZ
ŞENGAL
pêncşem, 26 rêbendanê 2017, 13:24
Serokê Meclîsa Avaker a Şengalê Xidir Salih di pîrozbahiyeke duyemîn salvegera damezrandina Meclîsa Avaker a Şengalê de li ser amadekariyên Xweseriya Şengalê ji ajans û qenalên TV re axivî.
Salih diyar kir, di dîroka civaka Êzidî de cara yekemîne ku civaka wan xwe amade dike ji bo xwe bi rê ve bibe û bi rengekî xweser bijî. Salih destnîşan kir, ku ev yek jiyaneke bi rûmet e û got, "Civaka me yek ji civakên herî zêde êş û azarê bindestiyê ditine. Ez dikarim bêjim îro roja serhildanê ye. Taybet di çavê dayikên şehîdan û dayikên me de min hêviyek mezin dît û dayik hêviyên wan bi me hene. Em soz didin dayikên xwe em wan hêviyên çavên wan de neşikînin û bibin bersiva wan. Em ê Şengalek Xweser û Êzidxanek azad ava bikin. Em vê xweseriyê bikin diyarî wan dayikên ku zarokê xwe kirine feda û parçeyek kezeba xwe ji bo vê dozê dane teslimê wan bikin. Em ê pê doz û mafê xwe venegerin."
Salih da xuyakirin, ku ew ê ji bo Xweseriya Şengalê pêngavên mezintir bavêjin û got, "Em ê sala 2017’an bikin sala avakirina Xweseriya Şengalê ku ji aliyê Iraq û hemû hêzên navneteweyî ve Xweseriya Şengalê bê nas kirin. Meclîsa Avaker kon û çadirê yekîtiya hemû civaka Êzidî ye. Meclîs Şengalê ne girêdayî ti siyaset û partiya ne. Kesên bixwaze jî bo xîret û Êzidxanê kar bike cihê xwe Meclîsa Avaker e. Ew kesên tên tevlî meclîsê dibe çi siyaset dike bila bike, dema hat tevlî Meclîsê bû meclîs de siyaset aliyekê ye, Êzidiyatî ser hemû tiştî re ye. Banga min jî bi hemû gelê Êzidî re heye werin gel hev û em yekîtiya Êzidiyan ava bikin.”
Salih ragihand di nava 2 salan de Meclîsê karê rêxistikirin û avakirina saziyan meşand û wiha pêde çû: "Di sala 3’emîn de jî em ê pêngava xweseriya Şengalê ragihînin. Em ê amadekariyên îlan kirina Xweseriyê dikin rojek beriya rojekê were îlan kirin. Em hêviyên dayikên şehîdan, dayik û xwişkên me yên destê DAIŞ’ê de û şervanên azadiyê yên ku îro li seranserê Şengalê hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin pêk bînin."
Di dawiyê de Serokê Meclîsa Avaker a Şengalê Xidir Salih ev tişt gotin: "Doza me doza hemû Êzidiyane. Ne doz û mafê aliyek tenê yê siyasî ye. Ev meclîsa tevahî gelê Şengalê ye. Yê ku dixwaze azad bijî wê piştigiriya vê projeya Xweseriyê bike. Ev projeya pêşeroja zarokên Êzidiyane."