Xeml û rewşa Dersimê

Bajarê qedîm ê Kurdistanê Dersim bi xweza û herikîna ava ji çiyayên xwe dilê tevahiya Kurdistaniyan şa dike.

Dersim di nava parelerên 39° 36´ û 38° 46´ bakûr û meridyenên 38° 19´ û 40° 26´ rohilat de ye. Sînorên bajêr li Bakûr û Rojava bi Erzîngan, li Başur û Rohilat jî bi Elezîz ve tê girêdan. Pîvana erda bajar 7.774 km² ye.  Ji vî erdî ji % 69,9 ji çiyayan pêk tê. Hejmara deşt û platoyan jî 30,1 % e. Li herêmê tene genim, titûn, fasîle/fasûlî, kixsên şekir, gûz û tirî tên çandin.

Bajarê qedîm ê Kurdistanê Dersim bi xweza û herikîna ava ji çiyayên xwe, dilê tevahiya Kurdistaniyan şad dike. Her wiha çemê Munzurê jî bedewiyek mezin dide herêmê û bi vê bedewiya xwe bala hemû kesê dikêşîne li ser xwe.

Hikûmeta Tirkiyeyê ya ku xwe li bedewiya xwezaya Kurdistanê nagre û wêran dike di salên dawî de zêde bendavan li herêmê ava dike. Her çend zêde pêdiviya herêmê ji enerjiyê tune be jî bi sedan projeyên Santrolen Hîdroelektirîkê (HES) û bi bi dehan bendavan ava dikin. Her çend heta niha ji bo avdanî û enerjiyê 50 bendav hatin avakirin û di salên dawî de 30 bendavên din tên avakirin jî dîsa ev bendavên hu hatine avakirin xizmetê nadin welatiyan. Bi sedan Santralên Hidroelektrikê (HES) tên avakirin û bi xwe re xweza, dîrok, çand û ekolojiya Dersimê xera dike. Bendavên bi hinceta "Ewlehiyê" tên avakirin dibe sedema valakirina herêmê û xerakirina hevsengiya cihanê.