BI DÎMEN

Xelkê Wanê wê qeyûman bişîne

Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Gulderen Varli anî ziman ku qeyûm talanker û dizek in û got, xelkê Wanê di wê hilbijartina bê de qeyûman bişîne.

Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Gulderen Varli bal kişand ser kelecana mezin a li Wan û navçeyên wê ya ji bo hilbijartinên xwechî û got, "Ji ber qeyûman li bajêr pirsgirêkên mezin rû dan. Ya ku van pirsgirêkan çareser bike jî DEM Partî ye. Ji bo vê jî her kes ji hilbijartinê re amade ne."

Parlamentera Wanê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Gulderen Varli ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku piştî 'pêvajoya diyalogê' hate qedandin û li dijî Kurdan jinûve şer hate îlankirin, şaredarî hatin desteserkirin û karmendên dewletê lê hatin tayînkirin. Gulderen Varli got, "Kiryarek li gorî dijminatiya li Kurdan e. Dest danîn ser îradeya gel. Hebûneyên gel pêşkêş kirin. Hem tekperestî ferz kirin hem jî nokerî xwedî kirin."

Gulderen Varli anî ziman ku li şaredariyan dawî li xizmetê hatiye anîn, xizmet ji gel re nayê kirin, yek ji karên destpêkê yên qeyûman jî tasfiyekirina kar û saziyên jinan bû û got, "Şaredarî di sala 2014'an de bi pergala hevserokatiyê re bû qadeke welê ku jinan xwe lê îfade kirin, bûn xwedî gotin û biryar dan. Lê belê bi talankeriya qeyûm re mafê gotinê yê jinan ji wan hate standin û deriyê şaredariyê li jinan hate girtin.

ÊRÎŞÎ ZIMANÊ KURDAN KIRIN

Bêguman dijminatî ne tenê ev bû. Yek ji fermandarên duyemîn jî giritna zimanê Kurdî bû. Dema ku te zimanê gelekî ji holê rakir, hingî tu çanda wî gelî jî ji holê radike. Êrîşên birin ser saziyên ziman û dest bi girtina van saziyan kirin. Dest bi daxistina tabelayên Kurdî kirin, cihên ku gel xwe lê îfade dike yek bi yek hatin giritn. Navê deveran ku navê mezinên Kurdan lê hatibû kirin, hatin guhertin. Talankeriya qeyûm nîşaneya herî şênber a dijminatiya li Kurdan e. Gelê Kurd îradeyeke mezin nîşan dide, hevşaredariyên xwe hildibijêre, lê dewlet dijminatiya xwe ya li gelê Kurd bi tayînkirina qeyûman dewam dike.

HEBÛNEYÊN GEL HATIN FIROTIN

Her tiştên gel yek bi yek hatin firotin an jî têne firotin. Ji navenda Wanê heta bi Artemêtanê, ji wir heta bi Mûradiye û Erdîşê her der hatin firotin. Hemû jî ji hevkarên wan re hatin firotin. Ev hemû bi belge ne."

BI KELECANEKE MEZIN AMADEKARÎ TÊ KIRIN

Gulderen Varli anî ziman ku ji bo hilbijartinên xwecihî li Wan û navçeyên wê kelecaneke mezin heye û got, "Ji ber xisarên qeyûm li bajêr pirsgirêkên mezin rû dan. Ya ku van pirsgirêkan çareser bike jî DEM Partî ye. Her kes ji bo vê hilbijartinê amade ye. Em ê qeyûman bişînin û vê carê şaredariyên xwe nedin talankeran. Em ê ya xwe nedin wan. Ji bo vê jî çi pêwîst be em ê wê bikin. Qeyûm mîna serokên AKP'ê yên bajar û navçeyan dixebitin. Ev hewldan belasebep in. Çi dikin bila bikin, em ê wan bişînin devera ku jê hatine. Weke DEM Partiyê em ê hem bajarê xwe hem jî navçeyên xwe ji nû ve bi dest bixin."