Xelkê Tetwanê bertek nîşanê nebûyîna avê da

Xelkê navçeya Tetwanê ya Bedlîsê, bertek nîşanê nebûyîna avê da û li ser depoya avê de girtin.

Êvara Duşemê şêniyên taxa Pinarbaşiyê, vanayên depoya avê girtin û ava şebekeya bajêr birîn. Xelkê navçeyê xwest ku Şaredarê Tetwanê yê AKP’yî Mehmet Geylanî were taxê. Girseya gel bi seetan sekinî lê kesê ji şaredariyê tu bersiv neda. Lewma girseya gel dirûşma “Geylanî îstifa“ berz kir.

Li şûna rayedarên şaredariyê polîs hatin ba depoya avê û hişyarî kirin ku gel belav bibe. 

Tevî hişyariya polîsan, girseya bi piranî jin, bi berzkirina dirûşmên “Geylanî îstifa“ û “Şaredar wê were vir“ li çalakiya xwe dewam kir.

Piştî demek û şûn de gel dîsa vanayên depoya avê vekirin.