Xelkê Silêmanî:Em ê bi pêşengiya Engîn têkoşînê xurtir bikin-NÛ BÛ

Xelkê Silêmanî bi pêşengtiya  Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê yên Başûr, li dijî şehîd xistina Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn û êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser xaka Başûr dest bi çalakiyek girseyî kirin.

Piştî Komîteya Rêveber a PKK'ê ragihand ku Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn di êrîşa hewayî ya 27'ê Gulanê de şehîd bûye û şûnde xelkê Silêmanî di saetê êvarî de dest bi çalakiyekê kirin.

Li dijî şehîdxistina Kasim Engîn û êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê, di van kêliyan de çalakiyek girseyî li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê destpê kiriye.

Çalakî di bin pêşengtiya Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê yên Başûr de tê organîzekirin. Di çalakiyê de Komeleya Ciwanên  Welatparêz ên Kurdistanê, Jinên Ciwanên Têkoşer, Tevgera Azadî, Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê û gelek welatî beşdar bûne.

Çalakiyê bi bilindkirina posterên şehîd Kasim Engîn û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her wiha gotina dirûşmeyên ‘Şehîd namirin, bimre xiyanet, tolhildan tolhildan’ destpê kir.

Di dawiya çalakiyê de daxuyaniyek li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê ji aliyê Amanc Hemereşîd ve hate xwendin û têde hate gotin: “Destê dewleta Tirk a dagirker bi xwîna şoreşgerên me sor bûye. Bi awayek hovane hewl didin bi alîkariya noker û xayînên navxweyî komkujiyan li ser gelê me pêkbînin. Dewleta Tirk a faşîst baş dizane heya Kurdek bimîne wê li dijî wê têkoşîn berdewam bike û wê meşaleya têkoşînê her ku biçe ronîtir bibe.”

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin wek Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê yên Başûr ew soza xwe ya bi şehîdan re nû dikin û wiha domand: “Bi şehadeta pêşeng Kasim Engîn re em têkoşîna xwe berfirehtir dikin. Em soza şopandina doza Şehîd Kasim Engîn didn. Em daxwaz ji tevayî gelê Kurd û aliyên siyasî dikin li hemberî van êrişên hovane yên dewleta Tirk bêdeng nemînin û helwesta xwe nîşan bidin.”

Ciwanên Welatparêz û Jinanî Ciwanên Tekoşer, di derbarê şehîd xistina Endamê Komîteya Navendî ya PKK Kasim Engîn de daxuyaniyek dan. Ciwanan da diyar kirin ku wê ala şehîd Kasim Engîn wê her çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran ciwan wê ji bo tolhildanê rake.

Daxuyaniya Ciwanan wiha ye:

“Kasim Engîn ê ku di nava refên tekoşîna azadiyê de 35 sal e ku ji bo Kurd û Kurdistanê tekoşînekî bêhempa dimeşand, li Herema Bradostan dema ku li ser erka xwe bû ji alî dewleta faşîst-qirker ve bi êrîşekî hov û xaînane ve di 27’ê Gûlanê ve hatiye şehîd xistin.

Kasim Engîn, 35 sal bi fikr û felsefeya Rêber APO û di xeta şehîdan de li hember dijminê Kurd û Kurdistanê de li çar parçeyên Kurdistanê tekoşîn meşand. Kasim, tekoşîna azadiyê bi ciwantî nas kiribû û di temenê xwe yê ciwan de di nava tekoşîna azadiyê de cihê xwe girtibû.

Li çiyayên Başûrê Kurdistanê bi rojane ciwanên Kurd ji alî dewleta Tirk a dagirker ve tên qetil kirin. Gencê Başûrê Kurdistanê, baş dizane ku di van qetlîaman de destê sîxûr û nokerê Kurd û Kurdistanê heye. Nebûna Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan ji alî noker û dijminê Kurdan dewleta faşîst û qirker dagirkeriya Tirk ve tê bikaranîn.

Em wek Gencanî Welatparêz û Jinanî Gencî Tekoşer, êrîşên ku li hember pêşeng û parêzvanên Kurdistanê bi hevkariya êxanetkaran ve pêk tê şermezar dikin. Li hember van êrîşan tu car bêdeng namînin, hesabê wan em ê bipirsin. Bila dijmin baş bizane ku li her parçeyê Kurdistanê bi hezaran ciwan ala Kasim wê ji bo tolhildanê rake.”

Piştî daxuyaniyan û şûnde çalakî bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.