Xelkê Mexmûrê ji PDK’ê re got: Xiyaneta we ji bîra Kurdan naçe

Êrîşa dewleta Tirk û PDK’ê ya bi ser Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li Xelîfanê de, bi daxuyaniyekê li Wargehan Penaberan a Mexmûrê hat şermezarkirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo şermezarkirina êrîşa dewleta Tirk û PDK’ê ya di 5’ê Îlonê de ku li Xelifanê komek gerîlayên Azadiya Kurdistanê hedef hatin girtin û di encama vê êrîşê de 3 gerîla şehîd bûn 2 ji bi birîndarî ji aliyên PDK’ê ve dîl hatin girtin, daxuyaniyek hat dayîn.

Bi kombûna bi sedan şêniyên wargehê li ber Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê daxuyanî bi rêzgirtina bi deqeyekê ji bo giyanê hemû şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir: Piştî rêzgirtinê Berdevka Qada Perwerdehiyê ya Mexmûrê Mamosta Bêrivan Kaya axivî.

Bêrîvan Kaya, di destpêka axaftina xwe de xiyaneta PDK’ê ya li dijî gelê Kurd bi bîr xist û wiha got: “PDK hevkariya dewleta Tirk dike. Di vir de jî diyar dibe ku xwefiroşiya PDK’ê bi dawî nebûye. Dewleta Tirk a dijminê gelê Kurd e ku çawan êrîşê Rojava, Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê Medya dike û jehrê li çiyayên azad direşîne, wê rojekê bi ser PDK’ê de jî biçe. Ger hûn dibêjin, em Partiya Demokratîk ya Kurdistanê ne bi peyva Kurdistanê tenê jî mabe wê rojekê li we jî bizivire. Em bi vê bûyera bêbextan dilêş in wê gelê Kurd vê rûreşiya we ji bîr neke û wê tola van şehîdan ji we bê girtin. Ji îro heta bi sed salên din ne gelê Kurd ne jî dîrok wê vê yekê ji bîr neke.”

Kaya, di dawiya axaftina xwe de bang li PDK’ê kir ku êdî dest ji xiyaneta xwe ya li hember gelê Kurd berde û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bes e ku we axa Kurdistanê firot û hûn bûn qurbanê Osmanitiya di bin rêvberiya Erdogan de. Xwe ji xiyanet û xwefiroşiyê bi paş de bikişînin.“

Daxuyanî, bi dirûşmên “Şehîd namirin“, “Bimire xiyanet“ û “Bijî Serok Apo“ bi dawî bû.