'Xelkê Mexmûrê bêrûmetiyê qebûl nake, lewma timî dibe hedefa êrişan'

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyat Ceylan bi bîr xist ku şêniyên Mexmûrê ji ber zexta dewleta Tirk neçar man cih û warê xwe biterikîne û got, "Xelkê Mexmûrê ji ber ku bêrûmetiyê qebûl nake, timî dibe hedefa êrişan."

Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku bi 60 kîlomtereyan dûrî Hewlêrê ye û ser bi bajarê Mûsilê ve ye, du sal e ambargoyeke dijwar li ser heye. Li Wargehê kesên ji gundên Şirnex, Colemêrg, Mêrdîn û Wanê koç kirine dimînin. Di salên 1990'î de ji ber polîtîkayên şer ên dewleta Tirk nêzî 18 hezar Kurd neçar man ku cih û warê xwe terk bikin û ji ser xaka xwe koçber bibin. Ji van nêzî 12 hezar kes piştî meşek dirêj a penaberiyê di sala 1998'an de gihîştin herêma Mexmûrê.  Ji wê demê heta niha gelê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) xwe bi her awayî bi rê ve dibe.

Kurdên ku li ser axa xwe penaber bûne, li herêma Nînova, Zelê, Bihêrê, Şeranîş, Bêsivê, Etrûş û Nahdarê bi derfetên xwe wargeh ava kiribûn. Lê li van wargehan jî ji zext û zoriyên Tirkiye, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hikûmeta Iraqê xelas nebûn. Hikûmeta Iraqê xwestibû Kurdan ji vê derê derxîne. Rayedarên Hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê jî li Herêma Federal cih nedabûn wan. Herî dawî li Wargeha Mexmûrê ya di bin kontrola Seddam Husên de bi cih bûbûn. Mexmûr, wargeha 8'an a penaberên Kurd e. Di sala 1998'an de hatiye avakirin û li dor 12 hezar kes li wargehê dimînin. Ji roja ku wargeh hatiey avakirin heya niha bi zext û zoriyên Tirkiyeyê re rû bi rû dimîne.

Ligel ambargo û dorpêça li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 2’yê Hezîran de Serokomarê Tirk Erdogan careke din gef li wargehê xwar û hedef nîşan da û got: “Ger Neteweyên Yekbûyî 'paqij' neke, wek endameke Neteweyên Yekbûyî em ê 'paqij' bikin.” Piştî gefên Erdogan 3 rojan wargeh ji aliyê SÎHA’yan ve hate bombekirin.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Zeyat Ceylan, ambargo û êrîşên dawî yên li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) nirxad.

'RÊWIYÊN RÛMETÊ'

Ceylan anî ziman ku di sala 1990’î de ji ber ku gelê Mexmûrê bêrûmetî qebûl nekir nêzî 28 sal in li ser axa xwe penaberin û got: “Divê berî her tiştî mirov rêwîtiya rûmetê baş bizane. Xelkên Mexmûrê di salên 1990’î de ji ber zilma dewletê, ferzkirina cerdevaniyê, cih û warê wan hatin şewitandin neçar man axa xwe biterikînin. Vî gelî bêrûmetî qebûl nekir. Em dibêjin, Kurdistan çiqas hatibe parçekirin jî yek parçe ye. Dema ku Kurd li parçeyekê di bin şert û mercên giran de be, divê bikare li parçeyek din bêhnê bistîne û bikare bi azad bijî. Bi vê boneyê xelkê me yê Botan derbasî Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê bû. Heyf û mixabin xelkê me di dema panebertiyê de jî gelek zorî kişand. Li aliyekî şert û mercên penaberiyê li aliyê din êrîşên PDK’ê û Tirkiyeyê. Rêwitiya ji Bakurê Kurdistanê destpê kir û heta Mexmûrê xelkê me gelek wargeh ji ber êrîş û zextan guherand. Di her rêwitiyekê de hatin kuştin. Divê berî her tiştî mirov vê dîroka rûmetê û dîroka bi êş baş bizane.”

'HIKÛMETA BAŞÛR, IRAQ Û NETEWEYÊN YEKBÛYÎ JI ÊRÎŞAN BERPIRSYARIN’

Ceylan destnîşan kir ku bi ti awayî êrîş li ser Mexmûrê nerawestaye û wiha dom kir: “Ji dîroka penaberiyê heta niha ti carê êrîş li ser xelkê penaber nerawestiyaye. Di van demê dawî de jî êrîş li ser Mexmûr zêde bûye. DAÎŞ'ê jî êrîşî Mexmûr kir, xelkê penaber bi berxwedanek bêhempa li ber xwe da û êrîşa wan pûç kir. Belê giyan windakirin û berdêlên mezin da lê ti carî ji doza xwe ya heq paşde gav neavêtin û timî rûmeta xwe parastiye. Ji kek Mesûd Barzanî bigre heta rayaderên Başûr gelê Mexmûr pîroz kir. Heta ku kek Mesûd Barzanî serdana Mexmûrê kir û li ser mîndera wan rûnişt û ew pîroz kirin. Piştî wê çi qewimî ku ev nêzî 2 sale xelkê me di bin ambargo û dorpêçê de ye. Ji ber ku li Bakurê Kurdistanê pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin û Tirkiye dixwaza pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên şer çareser bike, bi vê mebestê jî êrîşî Mexmûr jî dike. Mexmûr di bin serweriya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, Iraq û Neteweyên Yekbûyî de ye, ji bo ku dema êrîş li ser Mexmûr were kirin evanan jî berpirsiyarin. Lê dema ku ew li rewşa Hikûmeta Başûr, Iraq û Neteweyên Yekbûyî dinêrin dibînin ku ji van êrîşan re çavê xwe digre û li gorî pêwîstiyê nabin bersiv. Yan jî dipeyvin, di pratîkê de ti qîmeta peyva wan tineye. Em baş dizanin ku 2 salên dawî dixwazin Mexmûr bi birçîbûnê terbiye bikin. Sedema vê jî ji ber aloziyên li Bakur û Başûrê Kurdistanê ne û neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Xelkê me yê Mexmûr ne sedema van aloziyan e, ne sedema şerê li Kurdistanê ye.  Xelkê me yê Mexmûr di encama şerê qirêj ê li Kurdistanê li ser axa xwe penaber bûye.”

'LI ERKA XWE YA EXLAQÎ Û MIROVATIYÊ XWEDÎ DERKEVIN'

Di dawiya axaftina xwe de Ceylan anî ziman ku amborgo û êrîşên li ser Mexmûr bi ti awayî nayê qebûlkirin û wiha got: “Kesên xwedî bi exlaq û bi pîvan divê li dijî vê zilmê rabe û cihê xwe ligel xelkê me yê penaber bigre. Bi vê boneyê ez bang li Neteweyên Yekbûyî dikim ku erka xwe ya li hemberî gelê Mexmûr bîne cih. Her wiha bang li Hikûmeta Iraq dikim ku berpirsyariya xwe ya wijdanî, exlaqî û mirovatî bi cih bîne. Banga me ya herî dawî û girîng jî ji bo Hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê ye ku berpirsyariya xwe ya li hemberî Mexmûr ku di hêla biratiyê, exlaqî û mirovahiyê de bine cih.”