Xelkê Kerkûkê dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Xelkê Kerkûkê bi çalakiyekê nerazîbûn nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk da û daxwaza ji desthilata Herêmê, Netewên Yekbûyî û Hikûmeta Iraqê hat kirin li dijî dagirkeriyê helwest nîşandin.

Di saetên êvarê de li Baxçeyê Şehîd Şêx Marf a Kerkûkê ji aliyê Hizba şue ya Kurdistanê ve çalakiyek nerazîbûnê li dijî dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûr hat organîzekirin. Endam û nûnerên Tevgera Azadî jî tevli çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de li ser navê Hizba Şue ya Kurdistanê Hawrê Hesen Hisên daxuyaniyek xwend û got; “Wekî ku her kes jê gahdare, dewleta Tirk bi salane bi awayek ne yasayî û bi behaneyên cûda serweriya xaka Iraqê binpê bike. Baregehên leşkerî li Herêmê avadike û roj bi roj dagirkeriya xwe zêde dike. Ji ber êriş û dagirkeriya Tirk bi dehan welatî li pêş çavên cihanê şehîd bûne.”

Di daxuyaniyê de bang li desthilata Herêmê, Netewên Yekbûyî û Hikûmeta Iraqê hat kirin li dijî dagirkeriyê helwest nîşandin.