Xelkê Derbendîxan li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan

Xelkê Derbendîxan bi pêşengtiya aliyên siyasî li dijî dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê meşiyan.

Xwepêşandan bi tevlîbûna dehan kesî bi pêşengtiya aliyên siyasî li navenda bazara Derbendîxan destpê kir heta ber qeymeqamtina navçeyê dom kir.

Li berderê qeymeqamtiyê Hawkar Qadir li ser navê aliyên siyasî daxuyaniyek xwend.  Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê Hikûmeta Herêma Kurdistan û Serokayetiya Herêmê û Parlementoya Kurdistanê li ber êrîşên dagirkeriyê bibin xwedî helwest.

Di dewama daxuyaniyê de piştevaniya ji bo gerîla hate nîşandan û hate diyarkirin ku di demekê de ku gerîla li ber dagirkeriyê şer dike, divê aliyên siyasî xwe ji helwestên dikeve bin xizmeta dagirkeran, dûr bigirin.