Xelkê Cizîrê bendên polîsan hilweşand

Polîsên Tirk bi bombeyên gazê êriş birin ser qada Newrozê ya li Cizîrê. Girseya gel bi rakirina bendan kete qada pîrozbahiyê.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, girseya gel bi kincên neteweyî serê sibehê ber bi qada Newrozê ve herikî. Li qadê dest bi gerandina govendê kir. Dema ku bi deh hezaran kesî hewl da derbasî qadê bibe, li bendên kontrolê yên polîsên Tirk demeke dirêj hatin rawestandin. Li derdora qadê bi qasî 2 kîlometreyî rêza ji mirovan çêbû. Qelebalixî kêlî bi kêlî zêde bû. Girseya gel dirûşmên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e", "Bijî berxwedana zindanan" û "HDP gel e, gel li vir e" qîriya.

Polîsan li benda kontrolê hewl dan girseya gel asteng bikin û bombeyên gazê avêtin qada Newrozê ku bi deh hezaran kes lê kom bûbûn. Li ser vê yekê girseya gel beşek ji bendên polîsan ên li dora qada Newrozê hilweşandin. Tevî zext û astengiyan jî Newroz bi coş tê pîrozkirin.