Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku 23'ê Nîsanê dest pê kir, dewam dike. Xelkê Kêşan û Batîfayê ji bo li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabe meşiya.
Xelkê Kêşanê ku dibe hedefa obusên dewleta Tirk, ji bo şermezarkirina êrişan li Midûriyeta Navçeya Batîfayê li hev civiya. Şêniyên herêmê nerazîbûna xwe ji rayedaran re ragihandin û piştre li dijî dagirkeriyê meşiyan. Xelkê herêmê bi taybetî ji bêdengiya rayedaran nerazî ne.
Dewleta Tirk doh jî bombe li gundê Hirûrê barandibû. Ji ber bombardûmanê sivîlê bi navê Ramazan Elî birîndar bûbû. Birîndar rakirin nexweşxaneya li Zaxoyê.