Xelkê Başûr li dijî dagirkeriyê rabû ser piyan: Meşa 'Mertalên Zindî' dest pê kir

Piştî ku ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk seferberî ragihand, xelkê Başûr rabû ser piyan û bi navê 'Mertalên Zindî' dest bi meşê kir. Berê meşê li Behdînanê ye.

Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Jin ên Ciwan ên Têkoşer 27'ê Gulanê li Qendîlê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi dirûşma 'Werin Cenga Azadiyê' dest bi seferberiyê kiribûn. Piştî vê bangê, îro bi pêşengiya ciwanan, ji bajarê Koyê heta Behdînanê meşeke dirêj a 'Mertalên Zindî' dest pê kir.

Ji tevahiya herêmên Başûrê Kurdistanê, girseya gel saet di 11:00 ê dema herêmê, li Filkeya Sewz a Koyê li hev civiyan. Girseya gel ku bi taybetî jin û ciwan li refên herî pêş e, destpêkê berê xwe da Hewlêrê.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên gerîlayên di Cengên Xabûr û Bazên Zagrosê de şehîd bûne, hatin hildan.

Girseya gel dirûşmên "Biçe derve, biçe derve, artêşa Tirk biçe derve", "Bijî berxwedana gerîla", "Bimire xiyanet" û "Dîktator Erdogan" diqîre.

Meş bi tilîlî û dirûşmên dayikan dewam dike.