Xelkê Amedê: Va ye qad û va ye HDP

Şêniyên Amedê ku bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin, nerazîbûn nîşanî doza girtina HDP'ê dan. Amediyan gotin, "Va ye qad, va ye gel. Kes nikare îradeya me bigire. HDP îradeya bi milyonan kesî ye, dengê bi milyonan mirovî nikar bê birîn."

Li Amedê, bi sed hezaran kes ji bo pîrozbahiya Newrozê ku bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi ser kevin" hate lidarxistin, doh herikîn Parka Newrozê. Ji ber ku qeyûman hejmara otobusên ber bi qada Newrozê zêde nekirin û otobus xistin bin xizmeta polîsan xelkê Amedê bi derfetên xwe çû qadê. Bi sed hezaran kesên berbanga sibehê berê xwe dan Qada Newrozê, bi coşeke mezin agirê Newrozê pê xistin. Dema bû danê nîvro, êdî cih li qadê nema. Jin û ciwanan bi kincên xwe yên gelêrî qada Newrozê bi rengên kes, zor û zer xemilandin.

Girseyê tevahiya rojê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hilda û bê navber dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kir. Bi berzkirina vê dirûşmeyê daxwaza azadiya Ocalan bend derbas kirin. Tevî ku polîsan mudaxileyî pergala deng jî dikirin, nekarin dirûşmeyên bi sed hezaran kesî qut bike.

Têkildarî doza girtina HDP'ê kesên tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn ji ANF'ê re axivin û peyam dan AKP'ê û gotin, "Va ye qad û va ye em, ti hêz û ti kes nikare deriyê îradeya me bigre. HDP vîna bi milyonan kesî ye, dengê bi milyonan mirovî nikare bê birîn."

'MHP'Ê HEVSARÊ TIRKIYEYÊ XISTIYE DESTÊ XWE'

Ciwanê bi navê Azad Yildiz anî ziman ku MHP’ê hevsarê hiqûqa Tirkiyeyê xistiye destê û Tirkiyeyê ber bi taritiyê ve dibe û got: "Bêhiqûqiya li dijî partiya xwe em bi ti awayî qebûl nakin. MHP'ê hiqûqa Tirkiyeyê xistiye destê xwe û li gorî xwe bi kar tîne. Bila AKP-MHP baş zanibe, va ye meydan û va ye HDP. HDP îro li qada Newrozê ye. HDP zêdetirî 6 milyon û nîv deng distîne, em ê heta dawiyê li pey partiya xwe bibin û xwedî li partiya xwe derkevin. Bila qet mereq nekin, HDP were girtin wê bi partiyek hîn xurtur were vekirin. Divê demildest dozger ji vê xeletiya xwe vegere û dozê vekişîne. Ji bo desthilatdariya xwe biparêzin êrîşî partiya me dikin û dixwazin partiya me bigrin. Wile bile HDP were girtin jî em ti carî dengê xwe nadin AKP-MHP'ê. Kes nikare HDP'ê bigre, HDP partiya gelên Kurdistanê û partiya gelan e. Ez bang li tevahiya ciwanên Kurd dikim ku li dora HDP'ê kom bibin û xwedî li vîna xwe derkevin."

'HDP PARTIYA GELAN E'

Mamoste Salih ê ku teqawît bûye, destnîşan kir ku ew çiqas HDP'ê bigrin ew ê hîn xurtir derkevin qadan û wiha axivî: "Ji ber ku niha ez ne bi zimanê dayika xwe diaxivim û bi zimanekî biyanî diaxivim ji xwe têm şermê. Ez mamosteyê teqawîtbûyî me, vê dewletê karî zimanê min asîmle bike. Li ti hêz nikare ruh û mejiyê min asîmîle bike. Niha doz li HDP'ê vekirine û dibêjin em ê HDP'ê bigrin. Bila bigrin, va ye navê wê yê nû amadeye. Vaye ez navê nû li qada Newrozê eşkre dikim, 'Partiya Gelên Liberxwedidin (DHP). Ew çiqas bigrin em ê hîn xurtir werin. Ji ber ku em partiya gelan û partiya kesên liberxwedidin e."

'DIVÊ HEMÛ MALBAT BIÇIN LI BER DERÊ AKP-MHP'Ê RÛNIN'

Dayika Medîne Yildirim jî got: "Em Kurd in, em hene û em ê hebin. Kurdan, Tirkan xilas kiriye. Pozê Tirkan bi Kurdên tirşikcî re naşewite. Hatine li ber deriyê partiya me û çadir danîne. Mirov çawa dikare xwe bifiroşe bi çend qurişan. Kesên hatine li ber derê HDP'ê rûniştine tev bi pere hatine. Li ser xwîna gelan pere distînin. Şerme ji we re dewlet zarokên we dikuje, divê hemû malbat biçin li ber derê AKP-MHP'ê rûnin.

Niha dibêjin em ê HDP'ê bigrin. Hêza kesî tune ye ku partiya me bigre. Bi ruh û giyan em bi partiya xwe re ne. Heta xwîn di laşê min de bigere, ez ê li pey doza xwe bim û li gel partiya xwe bim. Vaye em li vir in, rehma xwedê li me be. Va ye Newroz û va ye HDP. Kesên dibêjin em ê HDP’ê bigrin bila li Newroza Amedê binêrin. Sibê dema ez hatim qada Newrozê polîsan xwest ala min ji min bigre. Min ji polîsan re got, ‘Hûn ruhê min ji min bistînin ez ala xwe nadim we’. Em bi girtin, kuştin û komkujiyan naqedin. Em aştiyê dixwazin ew me qetildikin, em biratiyê dixwazin ew cudakariyê dikin. Ewqas xwînmêjin ku ku kimyasalê bikartînin. Evane dijminê bav û kalê me ne. Ev dijminê Şêx Seîdin û dijminê misilmananin. Xwe bi misilmaniyê tine lê ti eleqa wî bi misilmaniyê re tineye.”

'TENÊ 6.5 MILYON MIROV DIKARE HDP'Ê BIGRE'

Ciwanê bi navê Veysî Gunduz jî anî ziman ku HDP dengê milyonan e û wiha dom kir: "Weke ciwanek Kurd ez vê doza girtina HDP’ê îtiraz dikim. Em bi 6 milyon û nîv hatine, encaq 6 milyon û niv bikare vê partiyê bigre. Ti hêz û ti kes nikare HDP’ê bigre."

'HDP PARTIYA JINAN E'

Jina ciwan a bi navê Ayşegul Soyut jî wiha got: "Bi girtina HDP'ê hûnê negihêjin derekê. Ti kes nikare HDP’ê bigre. Ti kes nikare li dewsa hilbijêran biryarê bigre. Va ye HDP îro li vire. Li Tirkiyeyê her roj jin tên qetilkirin, ji ber ku HDP partiya jinan ne û mafê jinan diparêze dixwazin HDP’ê bigrin. HDP were girtin jî wê dîsan bi awayek xurt û çalak vebe. Ti kes nikare dengê gelan vemirîne."

Ciwanê bi navê Muzaffer Çiçek jî wiha axivî: "Dozgerê ku doz li HDP’ê vekiriye xwedê bela xwe lêbide. HDP partiya gelane û ti kes nikare bigre. 'Bijî HDP û Bijî têkoşîna gelê Kurdistanê'."

'AMED BERSIVA HERÎ MEZIN E'

Jina bi navê Helîme Altay jî ani ziman ku va ye Amed îro bersiva herî mezin da kesên dixwazin HDP'ê bigirin û got: "HDP partiya demokrasiye ye. Ev qad li dijî kesên behsa hêza millî dikin û axa Kurdistanê  veguherandine goristanê bersiva herî mezine. Vê qadê îro bersiva herî mezin da kesên dixwazin HDP’ê bigirin. HDP gele û va ye gel jî li qada Newrozê ye. Em ti carê dest ji doza xwe bernadin û ti kes nikare HDP’ê bigre. Ji sala 1990’an û vir de va ye partiya digrin. Binêrin em hîn xortir derdikevin."

'VÎNA BI MILYONAN MIROVÎ'

Dayika bi navê Nafiye Demir: "Va ye qad û va ye em, ti hêz û ti kes nikare deriyê îradeya me bigre. HDP vîna bi milyonan mirovî ye, dengê bi milyonan kesî nikare were birîn."