Xelatên Îbrahîm Ehmed bi meresimê hatin dayîn

Xelatên her sal li ser navê nivîskar û siyasetvanê Kurd Îbrahîm Ehmed tên dayîn, li Silêmaniyê bi meresimekê pêşkeşê xwediyên xwe hatin kirin.

Ji bo xelatên li sernavê nivîskar û siyasetvanê Kurd Îbrahîm Ehmed tên dayîn, li Silêmaniyê meresim hat lidarxistin. Hevserokê YNK’ê Bafil Telebanî, Alîkarê Serokê Başûrê Kurdistanê Qubat Telebanî û wekîlên HDP’ê Sezaî Temellî, Feleknas Ûca, siyasetvan, rewşenbîr û gelek kes tev li meresimê bûn. Di meresimê de heşt xelat dayîn.

Rêvebirê Polîtburoya Yekîtiya Netewerperwer a Kurdistanê Şanaz Îbrahîm Ehmed ê axavtina destpêkê ya meresimê kir, wiha got: ‘’Di pêvajoyeke zor û zehmet de em Îbrahîm Ehmed bi hêvî bi bîr tînin. Şexsekî wisa bû ku her tim li ber bêedaletî û neheqiyê radibû. Îro dîsa li hember bêedaletî û neheqiya Rêveberiya Başûrê Kurdistanê heman qêrîn û jênexweşî hene.’’

Piştî axavtinan, di beşên cur bi cur de 8 xelat pêşkêşê li yên liyaq hatin dîtin, hatin kirin.

Di nav ên liyaq hatin dîditin de Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û fermandareke ji fermandarên YPJ’ê Nesrîn Ebdullah jî hebûn.

Li ser navê Nesrîn Ebdullah Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwê xelat wergirt. Xelata dan Demîrtaş jî, Şanaz Îbrahîm pêşkêşê wekîla HDP’ê Feleknas Ûcayê kir.

Piştî meresimê Sezaî Temellî yê bersiv dan pirsên rojnamevanan wiha got: ‘’Bê yekîtî ne demokrasi tê ser vê axê ne tê Rojhilata Navîn û ne jî li Tirkiyeyê aştî û demokrasî çêdibin.“