Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Xebatên hilbijartinê yên HDP’ê li Wanê didomin

Rêxistina HDP’ê ya bajarê Wanê di çarçoveya xebatan de li navçeyê Peyîzava û Westanê buroyên hilbijartinê bi girseyî vekirin.

Namzetên Palemeterên HDP’ê yên Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Mûrat Sarisaç, Muazzez Orhan û Tayyîp Temelî tevlî vekirina buroyên li Peyîzava û Westanê bûn.

 WESTAN

Gel eleqeyek mezin nîşanî vekirina buroya hilbijartinê ya li Westanê hate vekirin dan. Piştî vekirina buroyê û şûnde namzeta parlemeteriyê ya HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan axivî û bal kişand ser polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê ber bi zinaran ve kaş dike. Ertan anî ziman ku wê gelê Westanê 24’ê Hezîranê dawî li van polîtîkayan bîne.

Vekirina buroyê bi qîrkirina dirûşim û gerandina govendê ve bidawî bû.

PEYÎZAVA

Li navçeya Peyîava ya Wanê jî namzetên HDP’ê bi konvoeyeke wesayîtan hate pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê li navenda navçeyê buroya hilbijartinê bi merasîmekê hate vekirin. Di vekirina buroyê de namzeta parlementeriya HDP’ê Muazzez Orhan axivî û got: “Hikûmeta heyî êdî nikare daxwazên gel bi cih bîne. Êdî gelê me di ferqa vê de ye û wê vê yekê di 24’ê Hezîranê de li ser sindoqan bide nîşandan.

Piştî axaftinan û şûnde buro hate vekirin û gel li gel namzetan govend gerandin.

GUNDÊN ÎPEKYOLÛ Û PEYÎZAVA JÎ HATIN ZIYARETKIRIN

Rêxistina HDP’ê ya navçeya Îpekyolû û Peyîzavayê li gel aktivîstên TJA’yê çûn serdana gundên girêdayî navçeyan. Rêveberên HDP’ê û aktivîstên TJA’yê yên di çarçoveya hilbijartinê de mal bi mal digerin, nêrînên gel digirin.