Xebatek di rêya azadiyê de

Armanca Xebat Çilçema yê HPG'î azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistanê û gelê Kurd bû. Ji bo vê jî bi salan têkoşiya. Di 16'ê Cotmeha 2016'an de li gel 13 hevrêyên xwe tevlî karwanê şehîdan bû.

Seqiz yek ji wan bajarên Rojhilatê Kurdistanê ye ku bi hestê Kurdewarî li ser piyan e û heta niha jî çanda Kurdewarî li wî bajarî lewaz nebûye û xelkê wê timî çanda xwe parastiye. Seqiz ji dayikên li ser xaka xwe re got ku zarokên xwe daynin dergûşa hembêza min. Seqiz bi hestê niştîmanperweriyê zarokên xwe êmin kiriye û sirûda niştîmanî ji bo wan kiriye lorîk. Yek ji wan zarokên ku ji zarokatiya xwe ve bi awazê niştîman raza û hişyar bû Ferîdûn Nûrîzade bû. Freydûn sala 1988 li bajarê Seqizê di nava malbateke welatparêz de di hembêza dayika xwe û dergûşa bajarê Seqizê de bi şev çavên xwe digirt û siharan hişyar dibû. Rûyê wî zarokî mîna paşnavê xwe ronî bû. Paqijî û hestê niştîmanî ku rojane bi lorîka dayika wî di dilê wî de reh berdida ew ronahiye dida rûyê wî û bandora wan lorîkan heta bi mezinbûna wî jî timî di guhê wî de mayînde bû û di bin lêwên xwe de digot. Dema biçûk bû dayik û bavê wî û dema mezin bû bi xwe, xwe ji siyaseta asîmîlasyona çandî ya rejîma Îranê parast û ti carî xiyanet li hestê niştîmanperwerî ya di nav dilê xwe de nekir. Ji ber ku dizanîbû eger kêmekê ber bi aliyê çand û siyaseta rejîma dagirker a Îranê ve biçe, wê demê wê ked û evîna dayik û bav û malbenda Seqizê binpê bike. Ferîdûn hîn ji zarokatiya xwe ve dibe evîndarê çiya û xwezaya Kurdistanê û li gundê xwe bi domdarî diçe nav xwezayê û hezkirina xwe ya ji bo xwezaya Kurdistanê nîşan dide. Xwe diavêje hembêza xwezayê û hezkirina xwezayê dibe sedem ku eşqa Kurdistanê zêdetir di dilê wî de belav bibe.

HÎN DI TEMENÊ XWE YÊ CIWANIYÊ DE BIRYAR DA LI SER PIYÊN XWE BISEKINE

Ferîdûn hîn di temenê xwe yê zarokatî de bi zorî û zehmetiyên jiyanê re rû bi rû dimîne û ji ber wê jî bi kedeke mezin ve hewl dide wan zehmetiyên jiyanê derbas bike. Ji ber ku serî li hemberî rejîma mela yê Îranê natewîne, hîn di temenê xwe yê ciwaniyê de biryar da ku li ser piyên xwe bisekine û ji bo wê jî bera xwe da kasibkariyê û bi wê riyê re debara xwe ya jiyanî pêk dianî. Bi vî rengî ji dayik û bavê xwe re dibû alîkar. Hestê ku ji zarokatiyê ve pêre mezin bû ti carî dilê wî neterikand û bû sedem ku di jiyanê de li pey welat û tevgera azadiyê bigere. Ji bo wê jî sala 2008 Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) nas dike û heman salê tevlê refên gerîla dibe.

BI RUHEKE FEDAYÎ XEBATÊN ŞOREŞGERÎ BIRÊVE BIR

Ferîdûn di rêya nû ya jiyanê de navê xwe kir Xebat Çilçeme û bi domdarî di rêya azadî û serfiraziya niştîman de bi ruheke fedayî xebatên şoreşgerî birêve bir. Di wê jiyanê de berdewam li pey heqîqetê geriya û mîna pirpirîka çaremîn heqîqet di hevrêtiya PKK’ê de dît û xwe avête nav agirê vî heqîqetê. Hevrê Xebat di wê jiyana nû de di kesayeta Rêber Apo de rastiya mirovatî peyda kir. Di rêya heqîqeta jiyanê de bi çiraya bîrdoziya Rêber Apo û hevrêtiya hevrêyên xwe meşiya. Di wê rêyê de gelek rastiyên din fêm kir û gelek bedewbûnên din nas kir. Hevrê Xebat di nava rêxistinê de zêdetir siyasetên dijminan û neyarên Kurd nas kir û ji bo ku wê siyasetê vala derxîne xwe zêdetir di felsefeya Apoyî û çanda şoreşgerî de pêş xist. Ji bo wê jî her ku dem derbas dibû hevrê Xebat bi xebateke ku di têkoşîna Kurdistanê de birêve dibir, gavekê xwe nêzîkê azadî û serbixwetiya Kurdistanê dikir. Ji ber wê jî gav bi gav di wê rêyê de meşiya da ku bigihîje dawiya wê û bigihîje armanca xwe.

RÛKENIYA HEVRÊ XEBAT HER TIM SEMBOLA KÊFXWEŞÎ Û XEMLA JIYANA ŞOREŞGERÎ BÛ

Ji Rojhilat heta bi Qendîlê, ji Qendîlê heta bi Xakurk û heta bi Dêrsimê ev rêwîtiye kir û di vê rêwîtiyê de gelek hevrêyên hêja nas kir û bi wan re di wî rêyê de meşiya. Sala 2012 dewreyek perwerdeya Akademiya Mezlûm Dogan dît û li wir hîn zêdetir firkir û ramanê Rêber Apo nas kir û zêdetir xwe evîndarê jiyana şoreşgerî kir û bi ruhê fedayî û berxwedêriyê ya Mezlûm Dogan ve meşa xwe domand. Ji nizm û bilindiyên jiyanê re derbas bû û hemû astengiyên li ser rê ji holê rakir û heta bi dawiyê di wê rêyê de meşiya. Sala 2014’an ji bo derbasî eyaleta Dêrsimê bibe pêşniyar kir. Li Dêrsimê zêdetir taktîk û şêwazê gerîlatiyê fêr dibe û dixe pratîkê. Gerîlatiya li Dêrsimê wî fêrî gelek perwerde û ezmûnan kir û bi wê ezmûnên nû re her ku diçû zêdetir xwe bi çanda şoreşgerî re dikir yek û hewl dida têkoşînê bilindtir bike. Hevrêtiya zelal a hevrê Xebat û her wiha çawatiya jiyana wî ya şoreşgerî bala hevrêyên wî dikişand û ew taybetmendiyên wî hevrêyên xwe li pey xwe radikişand. Rûkeniya hevrê Xebat her tim sembola kêfxweşî û xemla jiyana şoreşgerî bû. Ev kenên ser lêwên wî dikir ku hevrêyên wî bi xweşiyên jiyanê bikenin û bi wî rengî hemû astengiyên jiyanê derbas bike û bi jiyan û çanda xwe ya şoreşerî ve têkoşîna çendîn salan a tevgera azadiyê bidomîne û ji bo têkbirina neyarên Kurdistan û azadiya Kurdistanê jî canê xwe feda kirin.

XEYALÊ WÎ AZADIYA RÊBER APO, AZADIYA KURDISTANÊ Û GELÊ WΠBÛ

 Armanca û xeyalê wî azadiya Rêber Apo, azadiya Kurdistanê û gelê wê bû û ji bo vê armancê jî bi hemû hêza xwe têkoşîna xwe didomand. 25’ê Îlona 2016’an di operasyonekî ku dewleta Tirk a dagirker li herêma Dêrsimê da destpêkirin, hevrê Xebat bi 13 hevrêyên xwe re şer dikin û piştî şereke bê eman tevlê karwanê nemiran dibin. Bê guman kena li ser lêwên şehîd Xebat û xeyal û armancên wî ji bo her demê di dilê hevrêyên wî de mayînde bû û ji bona wê jî heta roja îro jî tevgera azadî û gerîlayên azadiya Kurdistanê têkoşîna xwe didomînin da ku hêvî û xeyalên şehîdên rêya azadiyê pêk bînin û armanca bingehîn a hemû şehîdan ku azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd û Kurdistanê ye misoger bikin.

Nasnav: Xebat Çilçeme
Nav û paşnav: Ferîdûn Nûrîzade
Cihê jidayikbûnê: Seqiz
Navê dayik û bav: Soybe - Mehmûd
Dîrok û cihê şehadetê: 16 Cotmeh 2016 / Dêrsim