Xebata Tifaqê ya Kurdistanê nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyan da

Xebata Tifaqê ya Kurdistanê ya nerazîbûn nîşanî desteserkirina 5 şaredariyan a ji aliyê desthilata AKP/MHP’ê ve  got: “Bi qeyûman dixwazin bi fîlî dest danin ser vîna gelê Kurd.”

Xebata Tifaqê ya Kurdistanê, têkildarî tayînkirina qeyûman û destgîrkirina 5 Hevşaredarên HDP'ê daxuyanî da û tayînkirina şermezar kir. Tifaqê di daxuyaniyê de diyar kir ku vê sibê êrîş li malên Hevşaredarên HDPê yên Îdirê, Sêrtê, Misirc, Hawêl, Mûş Vartînîs hat kirin û Hevşaredar hatin binçavkirin û wiha got: "Li gor plana ku ji berê de hatibû amadekirin, yekser li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin. Em vê nerîna derhiqûq û zagon û derwijdanî şermezar dikin. Hevşaredarên me divê gavek beriya gavekê bên berdan. Astengiyên li ber peywira wan ji holê bên rakirin."

Îtîfaqê, anî ziman ku partiyên wan di Hilbijartina 31ê Adara 2019'an de di 65 şaredarî bi dest xist û wiha cih dan daxuyaniyê:" Lê belê niha li 45 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin. Desthilata AKP bi dara zorê dest datîne şaredariyên ku li gor rêgezên YSKyê di hilbijartinê de bi ser ketibûn. Tu palpişta zagonî û hiqûqî ya tayînkirina qeyûman nîne û herwiha di wijdana gelên me û komên baweriyan de ciyê vê yekê tuneye. Wezîrê Karê Hundirîn dibêje “ez dewlet im, min pêk anî, çêbû çû”. Şaredariyên ku bi rayên gelê Kurd ji sindoqê hatibûn hilbijartin, yek bi yek bi awayekî keyfî û bi dara zorê tên xespkirin."

Îtîfaqê da zanîn ku bi salan e gelê Kurd hildibijêre lê Hikumet qeyûman tayîn dike û wiha bi dawî kir: "Gelê me dîsa hildibijêre û desthilat dîsa qeyûman dişîne. Tişta ku AKP dike nenaskirina mafê hilbijartinê ya gelê Kurd e. Em bang li Hikumeta AKPê dikin ku dawî li van nerîtên xwe yên derhiqûq û wijdanê bîne. Gelê me tu car serê xwe li van zordariyan danayne û ji têkoşîna xwe ya azadiya netewî, li qadên meşrû û zagonî venagere û paşde gav navêje.

Em bang li Tifaqa Gel û raya giştî ya Tirkiyeyê jî dikin; li dijî van pêkhateyên der hiqûq û zagonî, helwesta xwe nîşan bidin. Di azadî û demokrasiyê de dudilî nabe. Li Enqereyê, Stenbolê, Îzmîrê ji tayînkirina qeyûman re bibêjin “na” lê dema ku ji bo Amedê, Sêrtê, Îdirê qeyûm tên tayînkirin bêdeng bimînin, hûn nikarin bibin demokrat. Eger hûn bêdeng bimînin, îroli me sibê li we dê biqewime. Divê hûn helwesta xwe eşkere nîşan bidin û ji xespkeran re bibêjin “na hûn nikarin.”

Banga me li gelê me; bi biryar bin û li qadên meşrû xwedî li îradeya xwe derkevin. Ji bîr nekin, dibe ku îradeya we ya azad nas nekin lê îrade ya we ye, tu kes nikare wê ji destê we bistîne."