Xebat Andok: Hêzên Tirkiye were şikandin wê hêzên modernîteya kapîtalîst hemû bişikên

Xebat Andok diyar kir ku êrişa ku dewleta Tirk a li hember tevgera azadiyê ne ji rêzê ye, di çarçoveya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn vî şerî dike. Andok got, ev şer bi esasî aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst ve tê meşandin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok, tevlî bernameya taybet a Radyo Dengê Welat bû. Xebat Andok, derbarê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku li Rojhilata Navîn dimeşe axivî.

Bi pênasekirina Rêber APO Şerê Cîhanê yê Sêyemîn didome. Şer çawa tê meşandin, çi diqewime? Li ser vî esasî rewşa heyî ya ku kapîtalîst modernîte tê de hûn çawa dinirxînin?

A niha li Rojhilata Navîn şerê ku tê meşandin wek Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi nav dikin. Her kes wiha bi nav nake. Di famkirina şer de guhertin hene. Her kes wek hev dû fam nake û ji ber vê tehlîl jî cûda dibe. Qaşo hinek li bendê ne ku şerê cîhanê derneketiye wê hîn derkeve. Famkirina wan wek famkirina ê wek şerê cîhanê yekemîn û duyemîn e. Halbûkî cîhan guheriye. Pozîsyona hêzên hegemonîk guheriye. Şerê Cîhanê ê Yekemîn û Duyemîn de pozisyon û şerkeriya dewleta cûda bû, niha cûda ye. Şerê Cîhanê yê Duyemîn de Emerîka li hember Japonyayê Nûkleer bikaranî. Ji xwe pişt re şer bi dawî bû. Di halê heyî de ne tenê li Emerîka li gelek welatên cûda yê cîhanê hêzên Nûkleerî hene û dikare bi vê Nûkleera dawiya cîhanê bînin. Dikarin koka xwe jî biqedînin. Bendewariyên ku wek Şerê Cîhanê ê Yekemîn û Duyemîn tu dibe qey çê bibe wê dewletên mezin di cephe de êrişê hevdû bikin, bi vî awayî bikin li ser rûyê erdê tiştek namîne. Bendewariyên ku wek Şerê Cîhanê yê Sêyemîn jî wek ê Yekemîn û Duyemîn derbikeve, ev ne rast e. Di halê heyî de hêzên xwedî îddîaya hegemonîkên, hêzên ku dibêjin gere her tişt di bin kontrola me de bin, a niha di Şerê Cîhanî yê Sêyemîn de li Rojhilata Navîn şer dikin. Cûdahiya Şerê Cîhanê Duyemîn û Sêyemîn hene. Hedef, potansiyel, rêbaz, zeman guherîne. Şerê Cîhanê Yekemîn 4 sal, yê Duyemîn 6 sal domand lê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn piştî rûxîna Sosyalîzma pêkhatî şûndetir heta roja me îro derdora 30 salî ye didome. Hîn çiqas jî bidome ne diyar e. Qaşo heta ku xwe bigîhînin armancê xwe wê bidomînin. Divê mirov di çarçoveya guherîn û veguherînên derdor de tespîtên xwe yên şer de guhertinan bike.

Hêzên modernîteya kapîtalîst di nav xwe de li dijî hev in. Çunkî pergala modernîteya kapîtalîst bi nakok e. Modernîteya kapîtalîst pergala ezezitiyê ye, berjewendî, çanda maddî, tenê qezençe, cûda tiştek din nîne ev hem di asta şexsan de wiha ye hem jî di asta dewletan de bi vî awayî ye. Ji bo vî a niha pirsgirêkan ya esasî bi civakê, xwezayê re ye. Ji ber ku, berjewendîperest in, hegemonîk in nêzikatiya wan civakê, jiyanê, xwezayê li gorî armanca wan derdikeve. Wek dijminatiyê derdikeve. Ji bo vê yekê hemû devera dinyayê cihê ku moderniteya kapîtalîst lê ye bi vî awayî bi civakê re nakokiyek dijîn. Ji xwe berxwedaniyê jî di asta cûr be cûr de jî ku her dewerê dinyayê her kes jî dibîne.

Di nav hêzên modernîteya kapîtalîst bi xwe de jî pirsgirêk hene. Van jî mirov dikare wek du beş bigire dest. Yek di nava dewletên modernîteya kapîtalîst de pirsgirêk hene. Encam de wek sîstem tevbigerin jî ezperest in. Ew jî dixwazin bibin yê herî mezin, hemû tişt dest wan de be. Xwesteka wan a bê dawî ku têr nabe dibe sedem ku di nava dewletên kapîtalîst de nakokî çêbibin. Di navbera hêzên hegemonîk, hêzên kapîtalîst û dewletên heremê de alozî derdikevin. Encam de hemû di nav hevdû de di nava nakokiyan de ne.

Ya duyemîn sermayeya global, sermayeya ku ji alî şîrketan ve piranî tê temsil kirin, navbera wan a netew dewletan de nakokî zêdetir dibin. Her ku diçe ev ya jî xwe nîşan dide. Li ser rûyê erdê bi dehan şîrket hene ku ji gelek dewletan dewlemendtir in. Xwediyê pere, agahiyan, teknîkê ev in. Hemwelatiyê dewletekê ne lê ew welatê tenê ji bo xwe wek sînorekî nahesibîne. Dinyayê ji bo xwe sînorekî dihesibîne. Ev di çanda tacir, bûrjûvazî de heye. Bûrjûvazî naxwaze li pêşiya wî tu astengî hebe. Li pêşiya bidestxistina qezençê tu astengî tunebe. Netew dewletan ava kirin, sînorê netew dewlet têr nake êdî bi dinyayê re mijûl dibin. Dixwazin li ser rûyê dinyayê her derê bi rehetî bikaribin bikevinê, bi rehetî bikaribin ticaretê bikin û bi vî şiklî qezenç bikin. Ev jî mirov dikare wek hêza sermayeya global pênase bike. Aniha sê nakokiyên esasî di modernîteya kapîtalîst de tê jiyîn. Yek nakokiya esasî ê wan bi cîvakê re ye. Duyem di navbera dewletên mezin yên modernîteya kapîtalîst û yê dewletên piçûk nakokî her hene. Ev jî nakokiya bidestxistina berjewendiyan e. Sêyemîn jî her ku diçe hêzên sermayeya global, hêzên ne aîdê yek dewletê, xwe cîhanî dibine heta êdî berê xwe dide fezayê û hwd. Di navbera hêzên sermayeya global û hêzên netew dewletan de jî pirsgirêk derdikevin.

Em vegerin Şerê Cîhanê yê Sêyemîn. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di vir de xwedî roleke çawa ye?

Modernîteya kapîtalîst a bi nakok tê zanîn di Şerê Cîhanê ê yekemin û duyemîn de bû sedem ku bi deh mîlyonan mirov bên kuştin. Şerê Cîhanê ê Yekemîn ê parvekirinê bû. Cephe çêbûn û hewldan ku hîn zêdetir deveran dagir bikin. Wek encam di wî şerî de yek, Şoreşa Sovyet pêş ket. Piştî pêşketina ev şoreşa modernîteya kapîtalîst ket nava tirsan. Çunkî Sosyalîzma Pêkhatî li ser îdeolojiyek cûda û bi îddîayên cûda derketibûn. Dixwest ku dinyayê biguherîne. Ji bo vê yekê jî mecbûr man pozisyonekî bigirin li hember Sosyalîzma pêk hatî. Ya duyemîn de wek hêzên Elmanyayê ku Şerê Cîhanê ê Yekemîn de têkçûyî derketibû, hewesên wê hebû têkçûn ji xwe re qebûl nedikir. Li ser vî esasî jî di demek şûndetir di navbera her du şeran de Hitler bû îktîdar. Faşîzm pêş ket. Bi krîza modernîteya kapîtalîst ve girêdayî pir deverên navenda modernîteya kapîtalîst rejîmên faşist derketin. Ev bû sedem ku Şerê Cîhanê yê Duyemîn derbikeve.

Şerê Cîhanê yê Duyemîn jî di esas de faşîzm li wir têk çû. Jixwe faşîzm êrişa xwe ya herî mezin li ser Sosyalîzma Pêkhatî anî. Di encamê de jî bi berxwedaniyê bi şehadeta mîlyonan kesan, hêzên modernîteya kapîtalîst yê mezin ketin pêvajoyê, li ser vî esasî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi dawî bû. Hêz bûn hêzên Nûkleerî. Li ser wî esasî jî di çarçoveya hêzên ku modernîteya kapîtalîst temsil dikin bi pêşengtiya Emerîkayê û hêzên ku Sosyalîzma Pêkhatî temsil dikin bi pêşengtiya Sovyetê, bûn du cephe. Heta rûxîna Sovyetê jî wek şerê sar meşand.

Piştî rûxîna Sosyalîzma Pêkhatî şûndetir, modernîteya kapîtalîst wisa wek ser lingekî ma. Yanî di esas de Sosyalîzma Pêkhatî jî wek zarokekî modernîteyê derket. Modernîte du zarok anî. Yek, modernîteya kapîtalîst yek jî Sosyalîzma Pêkhatî. Sosyalîzma Pêkhatî, her çiqas di armanç, xwestek, liv û tevgerê de astekî de hewldida ku sistema bindest, civakê azad û wekhev bidest bixe jî ji ber ku zîhniyeta wê di çarçoveya zîhniyeta sînorên moderniteyê de bû, xwe jê xilas nekir. Nebû alternatif wek partiyek cûda a nav sîstemê lê hat. Piştî rûxîna wê modernîte kapîtalîst li ser lingî ma.

Ji modernîteya kapîtalîst re her tim dijmin, her tim kriz lazim e. Çunkî sîstemek bi vî awayî ye. Ev tişta jî ji bona wan li Rojhilata Navîn peyda dibû. Taybetmendiyên Rojhilata Navîn hene. Rojhilata Navîn navenda dinyayê ye. Ev 500 salên dawî Ewrupî wek navend in lê Rojhilata Navîn Bi hezaran sal ji dinyayê re navendî kiriye. Rojhilata Navîn ji bo Neolotîkê kir, Rojhilata Navîn bû navenda Şaristaniyê, Rojhilata Navîn bû navenda hemû împaratoriyên mezin. Heta modernîteya kapîtalîst jî bi vî awayî hat. Ji bo vê yekê xwedî çandekî pir kûr e. Xwedî nasnameyeke pir xurt û dîrokî ye.

Bi vî ve girêdayî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, milê wê ên îdeolojîk, ji milên wê ên aborî û berjewendiyê cûda zêdetir e. Di esas de şerekî îdeolojîk e. Şerekî ku Rojavayî yan, ya li hemberî Rojhilata Navîn e. Çunkî di halê heyî de Rojava sîstemeke ezperestiyê esas digire. Lîberalîzm îdeolojoyîya wan e. Lê li Rojhilata Navîn de ezezitî li beramberî civakê ewqas xurt nebûye. Di Rojhilata Navîn de civakîbûyîn esas e. Ji hemû rê derketibûna xwe, bi hemû kurt û kêmasiyê xwe ve jî aniha di çanda Rojhilata Navîn de tiştê diyarker civakîbûyîn e. Ezezitî û civakîbûyîn di şexsê Rojava û Rojhilata Navîn de tê beramberî hev.

Rojava ji ber ku modernîteya kapîtalîste xwe bi çanda maddî ve girêdaye. Li wê derê her tişt maddiyat e. Ji ber ku wiha şikl girtine, dûrî maneviyatê ne. Lê Rojhilata Navîn ne bi vî awayî ye. Rojhilata Navîn de karektera diyarker a çandê maneviyat e. Rojhilata Navîn de nirxên moral, bawerî esas e. Ji ber vê Rojava maddiyat, Rojhilata Navîn maneviyat e. Ev jî dibe xwedî seknên îdeolojikên cûda.

Di Rojhilata Navîn de hin dewletên ku ji dema Sovyetan xwe li modernîteya kapîtalîst tam nedigirtibûn hebûn û li Rojhilata Navîn îdeolojîkên cûda yên ku xwe dispêre cîvakîbûnê, xwe dispêre çanda manevî derdikevin. Hinek Îslamî û ji xwe Tevgera me jî bi vî awayî ye. Biçîm û tiştê ku fêm dikin cûda ne lê di esas de ew jî qaşo hewl didin civakîbin, li gorî zîhniyeta xwe civakîbûnek esas digirin. Ji xwe jî ji wî tiştek cûda derdikeve. Ew jî qaşo karê xwe li ser kar û barê maddî dikin. Lê Tevgera Azadiyê jî ev tiştan dike lê hîn bi modern û bi zanist dike. Hîn xurttir dike. Tişta esas ev îdeolojiyên cûda ê xwe di tevgeran de xwe di şêwaza jiyanê de rêk û pêk dikin, evana jî dibin xeteriya herî mezin ji bo hêzên modernîteya kapîtalîst.

Hêzên modernîteya kapîtalîst ditirse ku li Rojhilata Navîn alternatîfek cûda li hemberî wan derbikeve. Li ser vî esasî jî Rojhilata Navîn êrişên xwe pêş xist. Şerê niha dimeşe, şerê xaçperestan nîne. Şer di navbera dînan de nîne di navbera çandan de ye. Çanda maddî li hemberî çanda manevî, jiyana şexsî ku di şexsê modernîteya kapîtalîst de tê temsîl kirin li hember cîvakîbûyînê şer dike. Mekanê vê cîvakîbûyê jî û cografya vî jî Rojhilata Navîn ji xwe re tespît kirine li ser vî esasî jî tên Rojhilata Navîn de vê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn didomînin.

Di vir de çi rêbazî esas digirin? Hedef çî ne? Êriş êrişeke îdeolojîk e, şer şerekî çandiye, ev hedef kirine; dixwazin çanda Rojhilata Navîn biguherînin. Ev tê wê wateyê ku Rojhilata Navîn ji bo belavbûna modernîteya kapîtalîst heta dawî wê vekin. Modernîteya kapîtalîst aniha dixwaze xwe li hemû deverê Rojhilata Navîn xwe belav bike. Bandor li ser hemû şexsên Rojhilata Navîn çêbike. Di zihniyet û jiyana wan de guhertin bike û li ser vî esasî dinyayê bike hemû deverek modernîteya kapîtalîst. Di vir de hîn bi vî şiklî encamekî bi dest nexistiye. Formên civakî, kabile, eşîra, olên cûda cûda ji ber ku pir diyarker û esas in, ew jî nikare hukmê li derê bike. Dixwaze di van de guhertinan bike.

Lê kêlek van Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de armancên aborî, siyasî û leşkerî jî hene. Bidestxistina gaz, petrol, dewlemendî û riyên tîcarî yên Rojhilata Navîn zêdetir armanca esas, bidestxistina zihniyet e. Armanc, guhertina îdeolojîk e, çandî ye, armanc hukma xwe ya zîhnî li ser Rojhilata Navîn ferz kirine. Heke ji xwe te van kir tu dikarî Rojhilata Navîn nav sîstemî bikî. Ji bo pozisyona xeteriyê derbixî.

Başe, bi vî rengî armancek danî pêşiya xwe. Li ser vî esasî di çarçoveya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de wek we anî ziman dixwazin Rojhilata Navîn biguherînin. Mirov van tiştan di pratîkê çawa dibine? Ev şerê xwe çawa dimeşînin?   

Ji xwe esas de şerê xwe di milê îdeolojîk de dikin. Teknîk hemû di destê wan de ye. Teknîk her ku diçe belav dibe. Êdî di destê her kesê de teknîka xwe belav dikin. Bi teknîkê jî bi awayek bombardûman tiştê ku dixwazin bikin hêş, hest û ruhê mirovan wan didin mirovan. Şerê xwe bi awayî dimeşînin. Agahiyan belav dikin. Agahiyên ku li gor wan, agahiyên ku ji bo wan ne xeter, bi vî awayî dikin.

Li Rojhilata Navîn de di milên siyasî de hin dewletên ku ne li gorî wan bû, di çarçoveya wan de tevnedigeriyan hebûn di wan de bi demê re guhertinan çêkirin. Ji vê jî sûd herî zêde ji refleksa civakê ku li hemberî wan dewletan girtin. Li Rojhilata Navîn, dewletên heyî di heman demê de dewletên despotîk in. Yanî desthilatdarên Rojhilata Navîn hîç bi nuxûmandinê nabînin. Wekî ku roja destpêkê çiqas despot bin, hê jî dixwazin wiha bin. Rûyê xwe naguherînin, di xwe de guhertin û veguhertinan pêwîst nabînin. Gel ji xwe re wek tebaa wek ebd dibinin. Axa welat wek axa bavê xwe dibinin. Ev jî dibe sedem ku nerazîbûyîn di Rojhilata Navîn de li hemberî dewletan pir zêdebin. Hêzên modernîteya kapîtalîst jî ji refleks, helwest û berteka gel sûdê werdigrin. Bi vî awayî êrişa xwe hîn rehettir dimeşînin.

Li ser vî esasî jî li Rojhilata Navîn de dewleteke ku neyê îstîsmar kirin nîne. Yanî hêzên modernîteya kapîtalîst li ku dera Rojhilata Navîn de bixwazin destbavêjin, di wan deran de tevlîhevî derbixin wê karibin çêbikin. Çima? Çunkî dewletên heyî ne tu dewlet in. Dewletên heyî despot in, ceberrût in. Ne xema wan e ku di civakê de çi tê jiyîn. Ev karekterê wan e.   

Di vê çarçoveyê mudahaleyê hin dewletan kirin. Li ser vî esasî mudahaleya Irak, Afxanîstan çêbû. Li Rojhilata Navîn di alema Ereban de behsa Bahara Ereban tê kirin, di esas de ev helwesta civakê a li hemberî deshilatdaran bû. Hêzên modernîteya kapîtalîst jî jê sûdê wergirt û hat ketin pêvajoyê. Li Rojhilata Navîn hewldan ku li hemû dewletan de guhertin çêbibin. Van guhertinan li gorî dilê gel jî çênebûn. Çunkî bernameya gel bi rêk û pêk nebû. Pêşengtî bi pirsgirêk bû. Hêzên modernîteya kapîtalîst jî pir osta ji bo îstîsmar kirinê. Ji bo encamê ku derketine li gorî xwe bi kar bînin. Ev jî ketin pêvajoyê û ev pêvajo hêj jî didome. Dewletên ku li gorî wan tevnagerin mudahaleyên siyasî yên ku li gorî wan jî tevdigerin mudahaleyên îdeolojîk li ser civakê didome.

Piştî Şerê Cîhanê ê Yekemîn şûndetir li Rojhilata Navîn dîzayneke çêbû. Çawa ku Şerê Cîhanê ê Duyemîn şûndetir di asta dinyayê de dîzayneke çêkirin. Mînak bankaya dinyayê, fona navnetewî, neteweyên yekbûyî çêkirin. Piştî her şerek cîhanê şûndetir dîzaynek tê kirin. Ê ev jî Şerê Cîhanê ê Sêyemîn e dixwazin li Rojhilata Navîn dîzayneke çêkin. Ev jî piştî 2000î şûndetir bi nav jî kirin, gotin Projeya Mezin a Rojhilata Navîn. Li gorî vî wê dîzaynan bikin. Hin dewletan hejmara wan zêde bikin. Bi sînoran bilîzin.

Tiştê ku aniha li Rojhilata Navîn diqewimin, hemû di çarçoveya Şerê Cîhanê ê Sêyemîn de diqewimin.

Dixwazin şêweyekî bidin Îslamiyetê. Îslamiyetek nerm, bi Erdoxan jî xwestin hinekî pêş bixin. Operasyonekî li hemberî van rêxistinên cîhadîst jî hene. Di esas de jî operasyon li hember wek rêxistina me heye. Ji ber ku êriş îdeolojîk e, dixwazin hêzên civakî, ew ruhên civakî, komînal ji holê rabikin. Naxwazin ev xurt bibe, yê ku doza xurtbûna wê dike kî be ji alî ev hêzên modernîteya kapîtalîst ve wek dijmin tê dest girtin.

Û ji xwe operasyona modernîteya kapîtalîst herî mezin a li Rojhilata Navîn li ser Serokatî çêbû. Turkiye bi xwe got, “Em nizanin Emerîka çima teslîmê me kir, em nizanin” ev operasyona hêzên modernîteya kapîtalîst bû. Operasyona NATOyê bû. Bi dehan dewlet ket pêvajoyê. Ev ji bo çi kirin? Tiştê ku li Rojhilata Navîn diqewime hemû di çarçoveya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de diqewime. Ev komploya Navnetewî ku li hemberî Serokatî di çarçoveya tasfiye kirina PKKê de hat avakirin, hat pêş xistin; ev jî di çarçoveya vî şerî de bû.

Modernîteya kapîtalîst êrişê Rojhilata Navîn dike, wê bixwaze pir rehet serbikeve. Kî/ê dikare li hemberî wê ber xwe bide? Dixwaze pêşiya xwe paqij bike. Saddam ne li gor wan bû. Têk birin. Îran ne li gor wan e dixwazin rejîmê biguherin. Ev operasyon li Rojhilata Navîn her derê heye.

Dixwestin PKK nav sîstemî bikin. Dixwestin ku çawa ku PDKê bikartînin PKK jî bikar bînin. Ji xwe re bikin wek amûrek. Ê PKK ji destpêkê heta roja me ya îro di dest wan de nekir wek amûr, xwe teslîmê wan nekir, xwebûyîna xwe parast, dev ji berjewendiyê civakê berneda. Di sînorên hêzên modernîteya kapîtalîst de tevnegeriya, nebû yê wan. PKK her di nav civakê de xurt dibe. Bakurê Kurdistanê koka civakê anîbûn, tu tiştek nemabû lê PKK derket li gorî pêwistiyên civakê bûn, mirovên bi exlaqbûn, fedaîbûn, zanabûn, xwe qûrbanî civakê kiribûn. Di demek pir kurt de di nava civaka Kurdistanê de belav bû û her ku çû ne tenê civaka Kurd li civakên din de jî belav dibin. Çunkî ne nijadperest e. Xwe tenê wek rêxistina netewekî jî pênase nake. Xwe wek rêxistinek însaniyetê bi nav dike.

Pirsgirêkê hemû Rojhilata Navîn pirsgirêkê zane. Li ser vî esasî sekna xwe li hemberî modernîteya kapîtalîst wek sekneke îdeolojîk û polîtîk bi nav dike. Ji bo pêşiya xwe paqij bikin mudahale li vê seknê kirin. Û di şexsê Serokatî de girtina Serok xwestin bi vî şiklî PKK tasfiye bibe û komploya navnetewî di vê çarçoveyê de pêk hat.

Komploya ku di 1998 an de bi destê hêzên modernîteya kapîtalîst ku pêşket îro jî em di zanin di meriyetê de ye. Komploya ku li Şamê dan destpêkirin, dixwazin li Irakê bi dawî bikin, bi ser bixin. Dîtin ku tevî ku Serokatiya me hate girtin jî PKK tune nebû, PKK tasfiye nebû, her ku çû xurttir bû, ji berê kat be kat xurttir bû, Serokatiya me jî ji berê zêdetir xurttir bû. Dema ev tiştan dîtin aniha nabe yên wan jî li gor wan jî tevnegere. Hatta dikare sîstemek alternatîf pêş bixîne. Dema ev dîtin mudahaleya wa ya aniha di çarçoveya tasfiyekirina PKKê de didome jî eva ye.

Tişta ku Şoreşa dike, sîstema ava dike fikr e. Xurtbûn di fikir de ye. Em pir baş dizanin ku fikren xurt li gel Serok heye. Çunkî Serok ji heqîqeta jiyan, xweza, mirov, hebûnê qût nebûye. Tam li gorî vê ji xwe re heqîqetek ava kiriye û îja vî ya dixwaze bike hêzeke polîtîk û civakî. Dema ku em dîrokê jî dixwînin dibînin ku fikrê baş, rast yên deverekî derdikeve û hemû deverên dinyayê belav dibine.

Mesela Şoreşa Neolotîk li dewerek derket pişt re bi hezaran sal tabî li gor şer û mercên wê demê li hemû cîhanê belav bû. Şaristanî li bajarekî piçûk ku navî wî Uruk e derket, îro li hemû cîhanê belav bû. Ronesans li dewerek Îtalya derket li her derê belav bû. Îslamiyet li cîhekî derket, li her derê belav bû. Şoreşa Fransa, Sosyalîzma ku li Sovyetê pêş ket.

Bi fikren rast, bi fikrên ku li gorî xwestek, armancên civakê, li gorî pêdiviyên civakê wexta derketin û îja xwe kirin hêzeke polîtîk û civakî, heke pêşiya wê neyê girtin dikare xwe li hemû dinyayê jî belav bike. A niha tişta ku li hemberî PKK, li hemberî Serokatiyê pêş dikeve bi vî awayî ye. Hêzên modernîteya kapîtalîst dibînin ku hemû hêza potansiyela alternatîfbûnê di vî fikrî û di vî seknî de heye. Heke ev asteng nekin ev dikare di demeke pir kurt de xwe li Rojhilata Navîn belav bibe, Rojhilata Navîn ku ji hêza maneviyat û civakîbûyinê ye, ji xwe ez di halê heyî de nikarin bi Rojhilata Navîn û Rojhilata Navîna ku bi fikrê Rêber APO xûnandin ez çawa pê karibim. Ez tenê bi PKK nikarim, ev zihniyet û pergala xwe li Rojhilata Navîn belav bike û ev belavbûn bi çanda manevî û sekna civakîbûyîna Rojhilata Navîn ve bibe yek û li hemberî min derkeve ez ê çawa serbikevim.

Ji bo vê yekê jî aniha modernîteya kapîtalîst sekna Serokatî, zîhniyeta wî, tarzê jiyana wî û hwd. Ji bo xwe xeteriya herî mezin dibîne. Ji bo vê yekê jî êrişên wan ên li ser dewletên cûda û hem jî êrişa wan a li ser Serokatî, li ser Tevgera Azadiyê ya ku pêk hat û ya ku pêş dikeve di çarçoveya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ye.

We êrişa ku aniha li ser Tevgera Azadiyê tên meşandin jî di çarçoveya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de bi nav kir. Em hinek li ser vî dixwazin hûn hîn bêhtir vekin. Ev çawa tê meşandin? Kî ev şer dimeşîne? Wekî ku dixuyê tenê niha Tirkiye li hemberî Tevgera me şer dike? Yê ku ev şer dimeşînin nakokî di navbera wan de heye gelo?

Hêzên modernîteya kapîtalîst sîstemîk tevdigerin. Di navbera hêzan de jî mînak di navbera dewletan jî nakokî hene. Di navbera sermayeya global û dewletan de jî nakokî heye. Ev hîn bêhtir bandora xwe di çarçoveya berjewendiyê aborî de xwe nîşan dide. Lê nakokiyê wan hemûyan li hemberî Rojhilata Navîn diqulibe çarçoveya îdeolojîk. Dişibe; çawa ku çar dewletên ku Kurdistan parçe kirine nakokiyên wan hene, dema mijar dibe Kurd îdeolojîk mêyze dikin. Ev ji bo Rojhilata Navîn jî wiha ye.

Emerîka a niha li Rojhilata Navîn li her deverê ye. Rûsya jî. Nakokiyên wan aborî ye. Zîhniyeta wan kêm zêde wekî hev e. Teşeya ku dixwazin bidin Rojhilata Navîn jî bi vî şiklî ye. Dixwazin bibin Axayên Rojhilata Navîn. Ji ber vê mirov nakokiyên ku ev dijîn pir wisa nakokiyên naverokî negire dest baştir e.

Şerê ku niha li hember Tevgera Azadiyê tê meşandin, hêzên pratîkê de ev konsepta tasfiyeyê dimeşîne piranî dewleta Tirk û hinek jî PDK ye. Çunkî di halê heyî de lêv û tevgera PDKê di nava vî şerî de ji serî heta binî roleke neyînî ye. Wek hêzeke ku di nav şer de ye. Gerîlla dorpêç dike, riyên gerîlla digire. Bi hevdû re plan kirine û rol dabeş kirine.

Yê ku tenê plan dike û pratîk dike ne dewleta Tirk e. Em bi her awayî ev di komploya navnetewî de jî dibînin. Me ev di ava kirina pirsgirêka Kurd de jî dibînin. Ma pirsgirêka Kurd kê derxist? Ev dewletên dagirker kê kir dagirker li ser Kurdistanê? Kê Kurdistan bê statu kir? Em pir baş dizanin ku hem avabûna dewleta Sûriye, hem Irak hem Îran û heta astekî bi taybet jî Tirkiyê hemû di çarçoveya zîhniyet modernîteya kapîtalîst de ne. Îngîltere û Fransa wek hêzên hegemonîk yê wê demê ew netew dewletana wan avakirin. Pirsgirêka Kurd bi şiklî çêkirin. Wan dewletan bi şiklî netew dewlet format kirin.

Dewleta Tirk pir xwe li derveyî vî şerî dibine, operasyonek heye li ser Rojhilata Navîn, dixwazin dîzayneke li ser Rojhilata Navîn çêkin, wê gelo dewleta Tirk bikaribe xwe dûr bihêle? Heman operasyon li ser van e jî. Belkî operasyona herî mezin li ser Tirkiye di çarçoveya Kurdan de tê kirin. Ji xwe pirsgirêka Kurd ji ber vê yekê derxistin.

Rejîma Saddam çima rûxiya? Ji ber polîtîkayên xwe yên li hember Kurdan rûxiya. Pêşiya wî vekirin, Nûkleer bi kar anî. Enfal kir, Halepçê kir. Di encam de demokratik nêz nebû hilweşandin.

Sûriye êdî her kes dizane ku nabe Sûriye ya berê. Wê Sûriye di çarçoveya pirsgirêka Kurd de şêweyek bigire. Aniha dizayna nû ya Sûriye di çarçoveya Kurdistan de pêk tê. Çima aniha li Sûriyê pêvajoyê çareser nakin? Çunkî dibînin ku li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê fikra Serokatî xurt e. Şoreş xurt e. Ew jî dixwazin şoreşê pûç bikin. Heke bikaribin li Rojava xeta PDKê xurttir bikin, fikra Serokatî lawaz bikin wê hêzên modernîteya kapîtalîst wê kat be kat zextê li ser Sûriyê bikin ku çareseriyê gor xwe bikin.

Kîjan dewlet di çarçoveya pirsgirêka Kurd de gav neavêje, demokratik nêz nebe wê hêzên modernîteya kapîtalîst bi wan bilîze wê guhertin û veguhertin li gor xwe bikin. Em Rojhilata Navîn in. Bi hezaran sal in bi hevdû re dijîn. Wek roja me ya îro cûda ne dijiyan, bi hevdû re dijiyan. Rastî cîranbûn û bi hevdû re bûn. Di çarçoveya armancên hevpar de kar kirin. Ê îro Kurdan ji mirovan nahesibînin. Em dibêjin dev ji vê sekn û zîhniyeta xwe berdin. Heke hûn ne vekiribîn, hûnê ji hemû îstîsmaran vekirîbin.

A niha PKK, bi zihniyet, bi pratîka xwe astenge ku hêzên modernîteya kapîtalîst armancê xwe pêk bîne. Di heman demê de ji  bo xwe pir xeter dibînin. Dibêjin ku heke em pêşiya PKK negirin wê li hemû Rojhilata Navîn belav bibe. Aniha li Ewrûpa û hinek deverên dinyayê jî belav dibe, ziravê wan diqete.

Ji bo azadî, wekhevî xwe bi bername neke, bi rêxistin neke, xwe bi zîhniyeteke rast xwe rêk û pêk neke êrişa xwe li Serokatî, êrişa xwe li ser Tevgerê dimeşîne. Serokatî, ji bo jinan, gelen dîtir tê çima manê pir baş dizanin ji bo wî bi êrişan pêşî digirin.

Yê ku ev pirsgirêk derxist û li ser Serokatiya me komplo pêş xistin, hêzên modernîteya kapîtalîst e. Yê ku pergala Îmralî bi rêk û pêk kî didomîne jî em pir baş dizanin. Hevalên me kirine lîsteyê ew in, PKK kirin lîsta terorê ew in. Ji bo vî jî ev şera, wek şerekî di navbera PKK û Tirkiyê de nebine. Ev şer di çarçoveya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de bibîne. Koordînatorên vî şerî hene. Armanc hene. Di şexsê PKKê de ne tenê gelê Kurd, Rojhilata Navîn têk bibin. Dixwazin Rojhilata Navîn bê alternatîf be. Di halê heyî de Rojhilata Navîn li hember wan alternatif e. Zîhniyeta Serokatî jî hewl dide ku Rojhilata Navîn têxe hêzeke sîstemîk.

Ev Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de alî pir in, armanc diyar e. Şer jî şerekî pir dijwar e. PKK jî bi berxwedaniya xwe ya li çar parçe Kurdistan, li derveyî welêt hewl dide ev êrişê têk bibe. Dizane ku di şexsê êrişên dewleta Tirk de serbikeve, yanî van êrişan têk bişkîne wê pergala hêzên modernîteya kapîtalîst ku êrişên li Rojhilata Navîn dimeşîne wê hemû bişkîne.

Bi vê zanebûnê Tevgera Azadiyê tevdigere. Ev rol û misyon dîrok daye ser milê Tevgera Azadiyê, Şervanên Tevgera Azadiyê ew jî bi sekneke fedaî, bi dil û can û bi çoşeke mezin rola xwe dilîzin.