Xebat Andok: Dewletê mirina xwe dît

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok destnîşan kir ku mêtingeriya Tirk li pêşberî asta gelê Kurd û Tevgera Azadiyê mirina xwe dît û ji ber vê yekê bi rengekî topyekûn dest bi êrîşê kir.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok, di bernameyeke taybet a qenala Medya Haberê de bersiv da pirsên Bakî Gul.

Andok diyar kir ku divê nêzîkatiya dewleta Tirk a li Kurdan tenê bi rewşa li Bakurê Kurdistanê neyê nirxandin û got, "Em vê yekê bi awayekî yekgirtî dinirxînin û rojane jî vê yekê dibînin. Li Başûrê Kurdistanê di pêvajoya referandûmê de weke koordînatorê mêtingeriyê kete dewrê û encama referandûmê jî ji xwe li holê ye. Wekî din, nêzîkatiya li Şoreşa Rojava jî eşkere ye. DAÎŞ, El Nûsra xurt kir, DAÎŞ da şerkirin. Ev hemû tên zanîn û bi belgeyan îspat bûn. Ji sala 1925'an û vir ve dewleta Tirk li ser bingeha înkarkirina Kurdan û tinekirina her tiştên bi navê Kurdan tevgeriya... Ev yek ji aliyê AKP'ê ve tê dewamkirin."

KOMARA TIRKIYEYÊ MIRINA XWE DÎT

Xebat Andok işaret bi pêvajoya xwerêveberî û xweparastinê ya li Bakurê Kurdistanê kir û ev nirxandin kir:

"Kiryarên Komara Tirkiyeyê yên hingî li holê ne. Wê wextê tiştên gelekî mezin afirîn. Got ku 'ez ê biqedînim, ez diqedînim'. Lê hat nîşandan ku gelek ti carî nayê qedandin. Asta têkoşînê ev yek nîşan da. Yanî ji wan re hate nîşandan bê em çi ne. Ya rast, wan mirina xwe dîtin. Ji ber vê yekê, bi rengekî seferberiyê, bi awayekî topyekûn êrîşî me kirin û ev êrîş jî dewam dike. Zîhniyet nayê guhertin, ji ber ku nayê guhertin; ya tu yê bişikê, ya jî tu yê bişikîne. Zîhniyeta mêtingeriya Tirk ji bo naskirina cihêrengiyê, naskirina mafê jiyanê neguherî. Lewma tenê hiştek danî ber xwe; şikandin. Ji xwe anîn ziman. gotin 'têkbirin'. Zîhniyeteke ku têkbirin daniye pêşiya xwe ya wê têk bibe, ya jî wê têk biçe. Pêvajoya ku niha dimeşîne bi vî rengî ye. Bi vî rengî bi ser me ve tên. Berxwedana heyî tiştên mezin bi wan da afirandin. Beriya her tiştî di şexsê AKP'ê de nîşanî her kesî da ku TC dewleteke çawa ye, rûyê rast nîşanî me hemûyan da."

MASKEYA AKP'Ê HATE DAXISTIN

Andok da xuyakirin ku ya qewimî şerê navxweyî bû û bi bîr xist ku AKP'ê heta hingî nîşan dide ku 'dixwaze pirsgirêkê çareser bike' û bi vî rengî gelek derdor xapand. Andok got, "Sekna di berxwedana xwerêveberiyê de hate nîşandan, maskeya li rûyê wan daxist xwarê. Rûyê wan ê rastî eşkere bû. Hem hêzên navneteweyî hem jî raya giştî ya cîhanê bi vê hesiya. Hem jî gelê Kurd û her kesên li Anatoliyê ev dîtin. Rûyê rast ê AKP'ê derket holê. Ji xwe niha ti dostaniya xwe nemaye. Di serî de pêvajoya xwerêveberiyê, têkoşîna li ser wê bingehê kir ku rûyê rast ê AKP'ê derkeve holê, teşhîr bibe.

ARTÊŞ TARÛMAR BÛ

Artêş tarûmar bû. Hêza şerkirinê ya artêşê çiqas e? Navê Sendroma Nisêbînê lê hate kirin. Ew bi xwe mikur hatin bê tabûr li ser tabûran li pêşebrî 60-70 şoreşgerên li Sûrê ketin çi halî. Ya rast, qet bi ser neketin. Li meydanê sekneke wan a li dijî berxwedêrên li wê derê şer bike, nebû. Bi hemû teknîkê êrîş kir, ji hewayê Aêrîş kir, bajar serûbin kir, hemû avahî xera kir û bi hemû hêza xwe kete navê. Li holê destketiyek nîne. Di dema xwerêveberiyê de artêş û polîsên dewletê ti carî bi ser neketin."

PKK DI SERDEMA HERÎ XURT A DÎROKA XWE DE YE

Xebat Andok bal kişand ser rewşa heyî ya dewleta Tirkiyeyê û anî ziman ku dema ji aliyê siyaseta navneteweyî, di warê aborî, leşkerî û siyasî ve bê nirxandin wê were dîtin ku dewleta Tirkiyeyê têk çûye.

Andok got, "Her kes vê dibêje. Ew bi xwe jî vê dibêjin. Ya rast, li xwe mikur tên; dibêjin ku hewl didin li ser piyan bimînin. Dibe ku di dema herî qels a dîroka komarê de ne."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Andok işaret bi rewşa Tevgera Azadiyê ya li Rojava, li Başûr, li Rojhilatê Kurdisatnê kir û got, "Ti sedem nîne ku welatparêzên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê xwe qels bibînin. Ev yek propaganda nîne, hewldanek ji bo xweşkirina dilê mirovan nîne. PKK di serdema herî xurt a dîroka xwe de ye. Di rewşeke welê de ye ku hemû dorpêçî şikandiye. Bûye hêzeke navneteweyî. Her kes pêl bi pêl tevlî nava refên PKK'ê dibin.

HER KESÎ DÎT KU WÊ BIQEDIN

Ya rast dewletê mirina xwe dît û ji ber vê yekê di asta herî bilind de êrîş dike. Dibe ku ji ber van êrîşan hin zorî û zehmetî derketibin holê, lê ev heye; Tevgera Azadiyê li her cihî li ber xwe dide. Di nava civakê de jî berxwedan heye, di nava saziyên demokratîk de jî. Di nava partiyên siyasî de jî berxwedan heye. Berxwedana herî mezin jî di şexsê Rêberê me û sekna gerîla de heye. Gotin 'em ê di Nîsanê de biqedînin, em ê di Mijdarê de biqedînin, em ê vê zivistanê biqedînin, em ê biqedînin û biqedînin'. Lê belê her kesî dît ku wê bi xwe biqedin. Zîhniyeta înkar û tinekirinê êdî li Kurdistanê bê bandor e."