Xaltîk û xwarzê bi hev re li ber xwe dan
Xaltîk Sozdar Gasyak û xwarzê Tajdîn Gasyak li dijî êrîşên tinekirinê yên dewleta Tirk, li Hezexê li kêleka hev şer kirin.
Xaltîk Sozdar Gasyak û xwarzê Tajdîn Gasyak li dijî êrîşên tinekirinê yên dewleta Tirk, li Hezexê li kêleka hev şer kirin.
Botan Tajdîn (Tajdîn Gasyak) li navçeya Hezex a Şirnexê ji dayik bû. Di nava 9 xwişk-bira de Botan ê çara ye. Rewşa aboriyê ya malbata Gasyak zêde baş nîne.
Botan Tajdîn hê di dibistana seretayî de ji sîstema perwerdeyê ya Tirk aciz dibe. Ji ber ku bi zimanê xwe yê dayikê nayê perwerdekirin dixwaze dest ji dibistanê berde. Bi zexta malbatê dibistana seretayî diqedîne. Bi qasî salekê navberê dide perwerdeyê û piştre li ser zexta malbatê û xizmên wî, ne li gorî dilê wî jî be dibistanê ji cihê maye dewam dike. Di dema xwendina lîseyê de ji hevalên xwe re dibêje ew dixwaze bi zimanê xwe yê dayikê bi Kurdî bê perwerdekirin.
BOTAN TAJDÎN Ê KEDKAR Û TÊKOŞER
Tevî ku 3 birayên ji wî mezintir hebûn jî, Tajdîn Botan di emrekî hê gelekî ciwan de ji bo malbata xwe bi berpirsyarî radibe. Hurmetê dide derdorê. Lewma mirovekî tê hezkirin e. Li gorî gotinên hevalên wî, serhildêriyeke bêdeng a Botan hebû. Biryarên ku bide, ewilî lêkolîn dike, dipîve û piştre bi israr li pişt disekine. Botan mirovekî kedkar û têkoşer e. Nexweşiya brûsella ku lê der bûbû, bi îradeya xwe ji ser xwe avêtibû.
Gelekî hez ji xwezayê û heywanan dike. Car carna diçe zozanan û alîkariyê dide bavê xwe yê şivan.
DI PÊVAJOYA KOBANÊ DE TEVLÎ PÊVAJOYÊ BÛ
Botan ku kesekî parvekar û piştgir bû, di dema destpêkirina pêvajoya Kobanê de li bajarê lê bû tevlî karê ciwanan bû. Du salan kovar û rojname firot. Ji bo gelê Kobanê tevî hevalên xwe dest bi hevdana pereyan dike. Botan Tajdîn tevî ku nexweş bû, gelekî dixebitî. Jİ malbatê dizî jî be, cihê xwe di nava komîsyonên taxê de girt.
BOTAN TEVLÎ NAVA REFÊN YDG-H DIBE
Botan ku gelekî baş bi sedemên êşên gelê Kurd dizane, ji bo hê bi xurtî tevlî têkoşînê bibe di dema berxwedana Kobanê de perwerdeyê dibîne. Tevî YDG-H dibe. Botan ku xwedî nêrînên azad û xeyalên mezin e, êdî di bin sîwana YDG-H de têkoşîna xwe didomîne.
SOZDAREKE DIN JI DAYIK DIBE
Sozdar Zinarîn (Sozdar Gasyak) di biharekê de li Hezexê ji dayik dibe. Keça malbateke ji 10 zarokan e, ku 5 jê keç, 5 jî kur in. Mîna xwarziyê wê Botan Tajdîn sê xwişk-birayên ji wê mezintir hene. Malbata wê Têkoşîna Azadiyê ya Kurd gelekî baş nas dike û ji dil bi têkoşînê ve dilszo e. Malbata Gasyak navê gerîlayeke PKK'ê Sozdar ku berî bi salan li hat girtin û cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hat birîn, li keça xwe kir. Sozdar tevî ku gerîlaya PKK'ê Sozdar qet nedîtiye jî gelekî jê hez dike. Bi nameyên Sozdar a PKK'yî yên ji girtîgehê dişîne re mezin dibe. Sozdar çiqasî mezin dibe, hezkirina wê ya Kurdistanê jî mezin dibe.
SOZDAR TEVLÎ NAVA REFÊN YDG-JIN DIBE
Sozdar Xwendekar e. bi xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hewl dide jiyanê û nasnameya jinê watedar bike. Ji bo nasnameya azad û jiyana azad, têkoşîna destpêkê li hemberî xwe dimeşîne. Hem diçe dibistanê, hem jî di dema betlaneyê de weke karkera demsalî dixebite. Sozdar gelekî şermok, dilrehet û nerm e. Ewqasî jî jîr û jêhatî ye. Ji ber vê taybetmendiya xwe hem di nava hevalên xwe de hem jî di nava malbatê de gelekî jê tê hezkirin. Beriya xwarzê xwe Botan Tajdîn, tevlî nava xebatên YDG-Jin dibe. Sozdar ku di heman demê de xwendekara lîseyê ye, mirovan baş analîz dike. Sekin pê nakeve. Ne tenê Kurdistan û Tirkiyeyê ew cîhanê jî dişopîne. Zilm, zordarî û wehşeta Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP'ê li Kurdistanê kir, ew ji berê ve dibîne û ji ber vê yekê dest bi têkoşîna heqîqetê dike.
SOZDAR Û XWARZÊ WÊ BOTAN LI NAVA REFÊN YPS'Ê NE
Li yek ji bajarên berxwedanê yên Kurdistanê Hezexê, xwerêveberî tê ragihandin. Hikûmeta AKP'ê ya xwe li xwerêveberiyê ranegirt, dorê li Hezexê digire û dest bi hovîtiyê dike. Hingî Sozdar Zinarîn û Botan Tajdîn jî tevlî nava refên YPS'ê dibin. Tevî bi sedan hevrêyên xwe, xwe bi rêxistin dikin, li dijî tank û topên dewletê dest bi kolandina xendekan dikin û bendan datînin. Desthilatdariya AKP'ê ku dizane ti ji mirovên li vî bajarî naxwaze dest ji ax û xaniyen xwe berde, fermana 'lê bidin' dide hêzên xwe yên taybet. Hê berxwedanê dest pê nekiribû, xendek hê ava dibû, panzerekê li motorsîkletekê xist ku Botan Tajdîn û hevalê wî li ser bûn. Botan birîndar dibe. Çil rojî bi rengekî birîndarî têdikoşe. Li pişt xendekan, tevî xaltîka xwe Sozdar Zinarîn û bi dehan hevrêyên xwe.
TEVÎ XALKÎKA XWE ŞEHÎD DIBIN
Navçeya Hezex a Şirnexê, hem wehşeta dewleta Tirk dibîne, hem jî şahidiyê ji berxwedana dîrokî ya li dijî vê hovîtiyê dike. Endamên YPS'ê Botan Tajdîn û xaltîka wî Sozdar Zinarîn ku di nava vê berxwedanê de cih digirin, tevî bi dehan hevrêyên xwe di Hezîrana 2016'an de şehî dibin. Cenazeyên Sozdar, Botan û 5 hevalên wan ên YPS'yî, piştî ku bi rojan li naverastê hatin hiştin, hatin veşartin.
'LI DIJÎ TESLÎMIYETÊ WAN BERÊ XWE DAN BERXWEDANÊ'
Bavê Sozdar Alî Şaman diyar kir ku ew bi keça xwe serbilind e û got, "Wê ev xwest. Di rêya dixwest de meşiya. Dewletê ew jî mîna hevalên wê bi rengî zalimane kuşt. Ez pê bawer im ku li dijî zilmê, rêya rast ji bo gelê xwe hilbijart. Ez bi têkoşîna bi rûmet a keça xwe, neviyê xwe û hemû hevrêyên wan serbilind im."
Dayika Tajdîn Botan Fahriy Gasyak jî got, "Hem xwişka min hem jî kurê min li dijî teslîmiyetê berê xwe dan berxwedanê. Ya rast jî ev bû. Ji ber ku ciwanên me yên di vê oxirê de canê xwe feda dikin, xwediyê vê axê ne. Divê kesekî din nebêje ev xak a me ye. Mafên xwe, mafên me parastin. Di oxira xewn, xeyal û hêviyên xwe de canê xwe feda kirin. Ev komkujî ji kesî re namîne. Hesab wê rojekê bê pirsîn. Ez ti carî di vî warî de neketim nava gumanan. Ez ê heta dawiyê li pişt têkoşîna mafdar a zarokên xwe bim."