Wesayîtên karkerên çandiniyê wergeriya: 35 kes birîndar bûn
Li Bismilê kamyonet wergeriya ya ku karkerên çandiniyê tê de bûn. Di vê qezayê de 5 jê bi giranî, 35 kes birîndar bûn.
Li Bismilê kamyonet wergeriya ya ku karkerên çandiniyê tê de bûn. Di vê qezayê de 5 jê bi giranî, 35 kes birîndar bûn.
Li Bismila Amedê kamyoneta ku ji taxa Tepe diçû navçeyê, di fitlonekê de ji rê derket û wergeriya. Di vê qezayê de zarok û jin jî di nav de, 5 jê bi giranî 35 kes birîndar bûn.
Peywirdarên tendirustiyê çûn cihê bûyerê û mudaxeleyên lezgîn kirin. Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên Amed û Bismilê.