Wesayita zirxî li Licê jinek kuşt!

Li navçeya Licê ya Amedê, Pakîze Hazar ku wesayita zirxî lê qelibî jiyana xwe ji dest da.

Li navenda navçeya Licê ya Amedê, jina extiyar a bi navê Pakîze Hazar dema hewl dida derbasî aliyê din ê rê bibe, wesayîta zirxî ya leşkerên Tirk lê qelibî. Hazar li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Wesayita zirxî yekser ji cihê bûyerê çû û cenazeyê jina extiyar ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Weqfa Halîs Toprak a Licê.

BI WESAYÎTÊN ZIRXÎ GELEK KES HATIN KUŞTIN

Leşker û polîsên Tirk ne cara yekê ye ku bi wesayîtên zirxî mirovan dikujin. Di 6'ê Îlona 2016'an de li meydana Seyîd Riza ya li navenda bajarê Dersimê, wesayîta zirxî ya bi tîpa Kobra ya polîsan li Naciye Ozdemîr a 71 salî qelibî, ku Ozdemîr hewl dida derbasî aliyê din ê rê bibe. Jina extiyar jiyana xwe ji dest da.

9'ê Sibata 2017'an, li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê, Berfîn Dîlek a 7 salî ku ji dibistanê diçû malê, wesayîta zirxî ya polîsan lê qelibî û jiyana xwe ji dest da.

Li kolana Gevranê ya li navenda Amedê, roja 27'ê Nîsana 2017'an, wesayîta zirxî li Hatûn Elhûman a 55 salî ket û Elhûman jiyana xwe ji dest da.

Li Wanê, di 28'ê Nîsana 2017'an de, yek ji 2 kesên wesayîta zirxî ya polîsan lê qelibî Samî Ûçan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Li Wanê di nava hefteyekê de wesayîtên zirxî li 7 kesan ket û birîndar kir.

Herî dawî di şeva 4'ê Gulana 2017'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê, wesayîteke zirxî li malekê ket û zarokên bi navê Fûrkan û Mûhammed Yildirim ên birayên hev li malê qetil kir.