Wesayita zirxî li Dersimê mirovekî din bi giranî birîndar kir! NÛ BÛ

Li Dersimê, wesayita zirxî li Hasan Huseyîn Çîmen ê 60 salî qelibî. Çîmen bi giranî birîndar bû.

Li xaçerêya sereke ya navenda Dersimê, wesayiteke zirxî ya leşkerên Tirk li welatiyê bi navê Hasan Huseyîn Çîmen ê şêst salî qelibî. Çîmen ê bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dersimê.

BI WESAYITÊN ZIRXÎ BI DEHAN KES HATIN KUŞTIN

Li Kurdistanê, salên dawî bi dehan kes bi wesayitên zirxî hatin kuştin. Li navenad bajêr 6'ê Îlona 2016'an li meydana Seyîd Riza, Naciye Ozdemîr a heftê û yek salî ji ber ku wesayita zirxî ya polîsên Tirk lê qelibî, jiyana xwe ji dest dabû.