Wesayita Mexmûriyan qeza kir: 1 kes mir, 4 birîndar bûn
Wesayita ku ji Kampa Penabaran a Mexmûrê diçû nexweşxaneya Silêmanî qezar kir. Di qezayê de kesek mir, 4 kes jî birîndar bûn.
Wesayita ku ji Kampa Penabaran a Mexmûrê diçû nexweşxaneya Silêmanî qezar kir. Di qezayê de kesek mir, 4 kes jî birîndar bûn.
Wesayîtek ku di nav de 5 welatiyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê hebûn, li ser rêya Çemçemal-Tekye ya Silêmaniyê qeza kir. Welatiyên di wesayîtê de nexweş bûn û ji bo tedaviyê diçûn Silêmaniyê.
Di encama qezayê de welatiyê bi navê Segvan Remezan Yasîn (Gundik Remo) jiyana xwe ji dest da. Segvan Remezan bavê 4 zarokan û ji bo debara mala xwe karkeriyê dikir.
Navê welatiyên birîndar jî wiha ye:
Ersin Kaçar (Spêrtî)
Emer Kaya
Welat Kara
Fîrdews Bulut
Hêjayî gotinê ye zêdetirî 2 salan e rêveberiya Hewlêrê rê li xelkê wargehê girtiye û nahêlin biçin Hewlêr û bajarên din ên dibin desthilatdariya PDK’ê de. Ji ber vê jî welatî ji bêgavî di rêyên dûr û dirêj re berê xwe bidin bajarên Iraq û Silêmaniyê.