Wêneyên Zivistanê yên Wanê

Mezintirîn gola Kurdistanê Gola Wanê jî be, Gola Erçek a li rex wê, bi 98 kîlometir a bi firehî û dirêjahiya xwe, qadeke berfireh dide ber xwe.

Bajarê ku bi zivistanî re xemla xwe spî girê dide, bi Gola Erçek nahêle ku çavê mirov jê vebin.

Zilên li dora golê li gel berfê jî, cît sekinîne û ew dorpêç kirine. Di serî de werdekên bejî, bi hezaran zindî ku li dor golê di nav şertên giran de dijîn, wek xwediyê bajêr tevdigerin.

Belkî jî yek ji kevneşopiya xwezayî ya navenda Wanê li qiraxên Çiyayê Erekê ava bûye, tepik in ku weke pîramîtan têne danîn û zivistanî têne şewitandin. Berêvarî şewleyên bajêr ku yek bi yek vêdikevin, li quntarên Çiyayê Erekê têr dibin…