Wêneyên hovîtiya dewleta Tirk ên ji ezmanan hatine kişandin

Hovîtiya ku dewleta Tirk li bajarên Kurdistanê kir, bi wêneyên ji peykê hatine kişandin, bi rengekî vekirî xuya dike. Wêneyên Nisêbîn, Sûr û Şirnexê eşkerekirina hovîtiya dewletê ye.

Di çarçoveya "Plana Têkbirinê" de ku sala 2014'an li civîna Desteya Ewlekariyê Milî ya Tirk (MGK) de biryara wê hate standin û 24'ê Tîrmeha 2015'an kete meriyetê, li erdnîgariya Kurdistanê planên qirkirinê bi cih hatin anîn. Bi vê planê re Te'dîb (bi edepkirin), Tenkîl (cezakirin), Taqtîl (qetilkirin), Tehcîr (koçberkirin), Temsîl (asîmîlekirin), Temdîn (medenîkirin) û tasfiye (bêbandorkirin) ketin meriyetê. Pêkanîna herî ber bi çav a vê yekê jî qedexeyên bi navê "sîstema cemaweriyê" bûn. Ev kiryar hermû piştî ragihandina qedexeyê, dest pê dikir. Ji ber ku di qonaxeke bi vî rengî de hesabê komkujiyên dihatin kirin nedihate pirsîn û bi qanûnan dihatin parastin.

QEDEXEYA DERKETINA DERVE

Qedexeya destpêkê ya derketina derve, 16'ê Tebaxa 2015'an dest pê kir û heta 16'ê Tebaxa 2016'an dewam kir. Di nava vê demê de herî kêm 321 sivîl, tenê di dema fermî ya qedexeya derketina derve de hatin kuştin. 75 ji van zarok, 70 jin, 30 jê jî mirovên ji 60 salî mezintir in.

Di nava 2 salên bihurî de li Amedê 136, li Mêrdînê 42, li Şirnexê 13, li Colemêrgê 21, li Mûşê 7, li Êlihê 5, li Çewlik 7, li Elezîzê 2, li Dersimê 6, li Sêrtê jî carekê derketina derve hate ragihandin. Qedexeya derketina derve ya sala 2017'an hate ragihandin, li gorî sala 2016'an bi du qatan zêde ye. Ev qedexe di bin navê "bicihanîna sîstema cemaweriyê" hate ragihandin. 

BAJARÊN KURDAN HATIN HILWEŞANDIN

Artêşa Tirk di dema van qedexeyan de, li navenda bajaran tank, top, bombeavêj, tankên pire, topên hawanê, maşînên leşkerî û gelek çekên giran bi kar anî. Di nava gelek kategoriyan de bi hezaran sûc bi rengekî vekirî kir. Di serî de partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl û şaredariyan ev sûc bi rengekî raporê eşkere kirin. Weke mînak; li Nisêbînê di Nîsana 2016'an de dema dorpêçî dewam dikir, erkên walîtiyê ji dest hatin girtin û radestî fermandarê leşkerî hatin kirin. Di encama vê de Nisêbîn hate hilweşandin.

QEDEXEYA LI SÛRÊ EV 2 SAL IN DEWAM DIKE

Bi destpêkirina sala 2017'an re, hejmara bajarên ketin ber qedexeyê ji 11 bajaran gihîşt 45 bajaran. Li navçeya Sûrê ya li navenda Amedê, qedexeya destpêkê 6'ê Îlona 2015'an hate ragihandin. Li gorî rapora Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), qedexeya li Sûrê ji salekê derbas bû. "Qedexeya derketina derve" ya li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglû, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaş ên Sûrê roja 28'ê Mijdara 2015'an dest pê kir, hê dewam dike. Kêm maye ku ev qedexe bikeve sala duyemîn.

Di navbera 24'ê Tîrmeha 2015'an dema destpêkirina şer û 24'ê Tîrmeha 2016'an de, hejmara kuştina bê daraz a ji aliyê saziyên mafên mirovan ve hatiye tespîtkirin, 440 e. Der heqê ti ji van bûyeran de lêpirsîn nehate vekirin.

LI 12 BAJARAN BERXWEDAN HEBÛ

YPS'ê di vê pêvajoyê de bi giştî li 12 bajaran li ber xwe da: Sûr, Cizîr, Hezex, Nisêbîn, Şirnex, Gever, Silopiya, Farqîn, Dêrik, Kerboran, Bismil û Gimgim. Li gel van bajaran, li Wan û Sêrtê jî ne bi xendekan, lê belê bi rengekî liv û tevger berxwedan hate kirin. Ya li Dêrik, Kerboran, Gimgim û Bismilê gelekî demdirêj nebû; ya hefteyekê, ya 2 hefteyan ya jî 2-3 hefteyan dewam kir. YPS'ê di daxuyaniya xwe ya fermî de ragihand ku wan 376 şehîd dane.

ŞÎDET BI RENGEKÎ BI RÊK Û PÊK DEWAM DIKE

Şerê li bajaran îro bi rengekî qismî sekinî ye. Li navend û navçeyên van bajarên hatin hilweşandin qereqol hatin çêkirin û avahiyên mayî jî bi zorê tên xerakirin. Bi rengekî bi rêk û pêk şîdet tê kirin. Di rewşa heyî de bîlançoya du salan zêdetir eşkere bûye. Hovîtî ewqasî mezin e, ku mirov dikarin vê yekê ji wêneyên ji peykê hatine kişandin jî bibînin. Şerê taybet ê ku hewl dide hilweşandinê rewa nîşan bide li aliyekî, dîmen û wêneyên ji peykê rastiyê bi awayekî zelal radixin pêş çavan.

WÊNEYÊN QIRKIRINÊ

Gotineke pêşiyan a Îranê heye, dibêje "temaşekirin, cehnem e". Dema ku mirov li wêneyên ji ezmanan hatine kişandin dinerin û dibînin bê rewşa fîzîkî ya bajar û navçeyan çawa hatine guhertin, ev gotina pêşiyan a Îranê derdikeve pêşiya mirovan. Ev wêneyên qirkirinê tirs û xofê dixe dilê mirovan.

Dema mirov wêneyên Sûr, Nisêbîn û Şirnexê yên berî û piştî hilweşandinê didin ber hev, bi awayekî vekirî dibînin bê çawa hewl hatiye dayin bitûnî ji hev bê xistin û bi parçekirinê bên qelskirin.

EV WÊNE HOVÎTIYA DEWLETÊ RADIXE PÊŞ ÇAVAN

Ya rast ew e ku mirov mafê gotinê bidin wêneyan. Ji ber ku her wêneyek berberî hezar gotinî ye. Ya ku di vir de tê dîtin, wêneyên 'hovîtiya dewletê' ya li Nisêbîn, Sûr û Şirnexê ye.

NISÊBÎN - SAL 2013

NISÊBÎN - SAL 2016

SÛR - BERÊ

SÛR - PIŞTRE

ŞIRNEX - BERÊ

ŞIRNEX - PIŞTRE

WÊNEYÊN TAXÊN CIZÎRÊ YÊN HATIN HILWEŞANDIN, KEVN E

Li Cizîrê, ku mirov di jêrzemînan de hatin şewitandin, wêneyên peykê yên taxên hatin hilweşandin, kêm e. Li taxên nehatine hilweşandin ên navçeyê jî, wêneyên nû nînin.

Weke mînak; wêneyên peykê yên taxa Nûrê yên Çileya 2015'an e. Yên taxên din jî yên Tîrmeha 2016'an e.