Wêneyên di albûma gerîla de

Di gerîla de bedewiya jiyanê û watedayîna jiyana xwe û kêliyên ku tê de dijî, watedayînek gelek cuda ye. Ji bo ku mirov vê fêm bike pêwîste mirov bibe xwediyê ruh, fikir û çavên gerîla.

Di gerîla de bedewiya jiyanê û watedayîna jiyana xwe û kêliyên ku tê de dijî, watedayînek gelek cuda ye. Ji bo ku mirov vê fêm bike pêwîste mirov bibe xwediyê ruh, fikir û çavên gerîla. Gerîla tevahî kêliyên jiyana xwe, bedewiya wê, di heman demê de xwezaya ku tê de dijî bi çavê dîrokê meyze dike. Ji bo vê yekê ye ku tevahî kêliyên xwe bi kişandina wêneyan bê mirin dikin. Di gerîla de kişandina wêneyan hem bi xwezayê re, hem bi hevre hem jî yê xwezayê bi çavekê cuda meyze dikin û digrin dest. Ji bo vê jî di nava gerîla de wêne kişandin, meyze kirina wêneyên xwe û wêneyên hevalên xwe li gel xwe girtin bi ti tiştekê nayê pîvandin. Ewqasî giranbiha ye. 

Ya rast ger ku mirov bizanibe ji bo çi dijî û çawa dijî, tevahî meyzekirin û nêzîkatiyên wan jî li ser wê esasê ye. Gerîlayê bi navê Agirî Mazlûm Pîrdoxan ku her tim di albûma xwe de dîrokê dihewîne û zindî dihêle ji bo albûma gerîla van gotinan bilêv dike: "Ez wêna kêşandinê pir hez dikim, bi taybetî jî wêneyên gerîla û xwezayê. Tevahî hevalên ku ez pêre jiyan dikim û kêliyên ku em jiyan dikin pêwîste bibe malê dîrokê û ji dîrokê re bi mîne. Ez û tevahî hevalên min jî bi vê zanabûyînê nêzî albûma xwe dibin û wêneyên xwe dibin. Yek ji wan tiştên ku bibe malê dîrokê jî wêne û bedewiya hevalên me ne. Ji bo vê yekê ez wêne kişandinê û gel xwe girtinê pir hez dikim." Belê gerîla Agirî bi van gotinan hestên xwe dide diyar kirin. Me jî çend wêneyên ku ji çavên gerîla Agirî bi rêya makîneya xwe ya ku pê wêne kişandiye kiriye malê dîrokê hilbijart da ku hûn jî wan li bedewiyan bi çavê gerîlayan meyze bikin.