Welatiyên Omeryanê ji bo tefandina şewatê banga alîkariyê kirin

Şewata li herêma Omeryan a ku piştî şer derketibû, her ku diçe mezin dibe. Ekîbên agirkujiyê û welatiyên herêma Omeryanê hewl didin şewatê bitefînin, ji hêla leşkerên Tirk ve tên astengkirin. Niştecihên herêmê bang li dilxwazan kir ku bên herêmê.

Li bejahiya Gundê Çalê yê herêma Omeryan a ser bi navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, piştî şerê di navbera artêşa Tirk û gerîla de rû da, şewat derket. Şewat, her ku diçe berbelav dibe. Şewata ku heta bejahiya Gundên Xerabê Bava, Stîlîle, Ziving û Kurikê Stîlîlê berbelav bûye û leşkerên Tirk nahêle ku ekîbên agirkujiyê, niştecihên herêmê biçin cihê şewatê û agir bitefînin. Artêşa Tirk, gef li ekîbên agirkujiyê xwar ku ji cihê xwe nelepitin.

GEL BANG KIR: DIVÊ HER KES BÊ VÊ DERÊ

Welatiyên herêmê ku bi derfetên xwe yên kêm hewl didin şewatê bitefînin, ji hêla artêşa Tirk ve tên astengkirin. Gel da zanîn ku her diçe şewat bi ba berbelav dibe û divê demildest destwerdan lê bê kirin, nexwe wê jîngeh di bin metirsiya şewatê de bimînin.

Niştecihên herêmê banga bihîstiyariyê kirin û gotin, “Çi ji destê kî tê divê bikin. Divê her kes bi derfetên xwe bê vê derê. Leşker nahêlin ku em, şewata cihên bilind bitefînin. Qet nebe em herêmên nêzî jîngehan bitefînin û nehêlin metirsiya heyî mezin bibe. Pêwîstî bi dilxwazan heye ku bên vê derê û alîkariya me bikin.”