Welatiyên Kobanê 6 şervanên azadiyê defin kirin

Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên 6 şervanên azadiyê ku di pêvajoya duyem a Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, defin kirin.

Bi bi sedan welatiyên Kantona Kobanê berê xwe dan Goristana Şehîd Dicle ya dikeve başûrê Kantonê û beşdarî merasîma oxirkirina cenazeyên şervanên Odeya Çalakiya Xezeba Firatê Hemed (Xabûr Kobanê), Êlhan Axiz (Cûdî Batman), Şervan Belan (Bahoz Çekdar Cûdî), Serkan Îkince (Dilgeş Mazî), Ferhad Oston (Şoreş Şirnex) û şervenekî ku nasnameya wî nehat diyarkirin, ku di pêvajoya duyem a Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dane, bûn.

Di merasîma oxirkirinê de Fermandarên YPG/YPJ′ê, Endamên Deste û Saziyên Rêveberiya Xweser û bi sedan welatiyên Kantonê beşdar bûn. Destpêkê merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre Fermandarê YPG′ê Kanî Kobanê axivî, bal kişand ser rola têkoşeran a di şoreşê de û serkeftinên ku bi saya wan hatine bidestxistin û got: "Şoreşa me şoreşa şehîdan e. Me ji bo rizgarkirina gund û bajarên xwe şehîd dane. Em ê Reqayê jî rizgar bikin. Şehadet rûmeta gelên Rojava ye. Têkoşerên azadiyê di çeperên berxwedanê de bi vîneke xurt komployên dijim têk birin.″

Endamê Rêveberiya TEV-DEM′yê ya Kantona Cizîrê Hedle Hesen axivî, diyar kir ku yekîneyên parastinê, gelê herêmê parastine û gelek serkeftin bi dest xistin wiha got: ″Şervanên YPG/YPJ′ê li pey rêya şehîdên xwe dimeşin û parastina axa xwe dikin.″

Piştî axaftinan, Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ronahî Ehmed nasnameyên têkoşeran xwend, radestî malbatên wan kir.

Welatiyan di nav tîliliyên dayîkan û drûşmeyên ′Şehîd namirin′ de cenazeyên têkoşerên xwe veşartin.