Welatiyên Kerkukê piştgirî dan grevan

Welatiyên Kerkûkê piştgirî dan grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan hatibûn destpêkirin û banga xwedîderketinê li çalakiyên grevan kirin.

Bi belavbûna çalakiyên grevên birçîbûnê di serî de li Kurdistan û derveyî welat bi taybet li Başûrê Kurdistanê re piştevanî jî zêdetir dibin. Welatiyên Kerkûkê piştevaniya xwe ya bi çalakiyên grevên birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger re anîn ziman.

Bavê şehîdekî şervanê YPG’ê Hekîm Ebdulrehman daxwaz ji hemû alî û partiyên siyasî yên Kurd kir ku di demek zûtirîn de kongreya netewî lidar bixe. Ebdulrehîm anî ziman ku ji her demê zêdetir îro dijminên Kurd êrîşî destkeftiyên Kurdan û komkujiyan pêk tîne.Hekîm Ebdulrehman piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê jî diyar kir.

Welatiyê Kerkûkê Heval Dara bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê û got: “Di roja îro de li gelek deveran ji bo tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bê bidawîkirin gelek kes ketine grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger. Divê bi rêya parlementeran û kesên diyar guşarê li ser dewleta Tirk bike ku di demek zûtirîn de dawî li tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bîne.

Welatiyê bi navê Rewend Berzencî jî bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên di demên cuda yên ji bo şikandina faşîzim û êrîşên li ser Birêz Ocalan bibîr xist û got: “Dema ku hikûmeta dewleta Tirk biryar dabûn ku Birêz Ocalan darve bikin, li Bakurê Kurdistan û gelek deverên din çalakiyên grevên birçîbûnê û çalakiyên cihê pêşî li vê hatibû girtin. Greva birçîbûnê helwestekî girîng e, her roja diçe mezin û deng dide.”

Berzencî bi domdarî got: “Her kes nikare çalakiyên wiha bike, nek xwedî vîneke bi hêz be. Heta dawî piştevaniya çalakiyê dikin.”