Welat bi 'naşikê û danayê' bersiv da zext û zordariyan

Rojnameya Welatê ku di salên 1990’î de tim bi zext û zoriyan re rû bi rû dima, ji hêla komek rojnamevan ve ji nû ve dest bi weşanê kir. Xwediyê Rojnameyê Zeynel Bûlût got: "Em ê mîrateya çapemeniya azad careke din bi Welatê bidomînin."

Bi biryarnameyên di hikmê qanûnê (BHQ) re yên bi hejmara 693 û 694’an dîhaber, Gazete Şûjin û Rojeva Medya hatin girtin. Rojnamevanan nerazîbûn nîşanî girtina van ajans û rojnameyan dan û destnişan kirin ku wê xebatên xwe yên rojnamevaniyê bidomînin. Rojnameyên Kurdî ji salên 90’î ve tim bi zext û zoriyan re rû bi rû ne. Her cara ku hatin girtin rojnamevam li hev kom bûn û yeka din derxistin. Yek ji van rojnameyan jî Rojnameya Welat bû ku di salên 90’î de bi zext û zoriyên dijwar re rû bir û mabû. Piştî gelek salan Rojnameya Welat ji nû ve dest bi weşanê kir. Xwediyê Rojnameya Welatê Zeynel Bûlût, der barê weşana Rojnameya Welatê axivî û got, duh çawa bû, wê îro jî wisa be û wê rojnamevaniya wan dewam be. 

Bûlût diyar kir, bi taybetî ev du sal in li hemberî Kurdan êrîşên dijwar ten kirin, û di heman demê de ev êrîş berê xwe dane çand, ziman û nirxên Kurdan. Bûlût bal kişand ser girtina dîhaber, Gazete Şûjin û Rojeva Medyayê û got, bi girtina van ajans û rojnameyan tê xwestin ku ew dev ji rojnamevaniyê berdin. Bûlût destnişan kir ku ev yek berê jî hatibû ceribandin û wan qebûl nekiriye û wê niha jî qebûl nekin.

'EM NE BÊ ALTERNATÎF IN'

Bûlût wiha domand: "Di nêvengeke wisa çewisîner de girtina ajans û rojnameyan ji bo me ne biryareke ku em ne li bendê bûn. Lê li hemberî vê yekê peydakirina alternatîfeke din, dewamkirina rojnamevaniyê jî pêşaniya me ya sereke ye. Me ev yek piştî rojname hat girtin bi rojekê me bi Welatê nîşan da. Karê me yê sereke ew ku em dengê gelê Kurd yê tê tepisandin ragihînin û rastiyê binivîsin. Em ê vê yekê bi Rojnameya Welatê bidomînin."

'ROJNAMEVAN TIM DI HEDEFÊ DE NE'

Bûlût ragihand, ku ew di salên 90'î de bûne dengê gelê Kurd û ew ê îro jî bi Welatê li dor heman armancê tevbigerin û wiha pê de çû: "Beriya Rojnameya Welatê bi 25 salan jî Welat, Azadiya Welat hebû. Me jî bi Welatê ev mîrate domand. Wê demê rojnamevanênKurd rojnameya Welatê hefteyê carekê derdixistin. Rojnameya Welat di salên 90’î de li hemberî polîtîkayên bişavtin û kujeriyê yên li dijî Kurdan derdiket. Lê polîtîkayên dewletê yên îro  yên salên 90’î derbas kirine. Dema Welat wê demê dest bi weşanê kir bi dehan nûçegihanê wê, xebatkarên wê hatin kuştin. Îro jî êrîşên li hemberî rojnamevanan dewam dikin. Berpirsyarê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş li Cizîrê hate kuştin. Me jî mîrateya Apê Mûsa, Gurbetelî Ersoza û Rohat Aktaşan dewr girtiye. Rojnamevaniya Kurdî nişan da ku ew di her şert û mercan de dengê civakê ye." 

'EM NEKETIN…'

Bûlût destnişan kir, ku di vê serdemê de gelek rojnamevan tên girtin û bi êrîşan re rû bir û dimînin. Bûlût anî ziman, sedema vê yekê heye, ew jî ji ber ku polîtîkayên çewt ên hikûmetê deşifre dikin. Bûlût ev nirxandin kir: "Di demên dawî de li Tirkiyeyê rojnamevanî li xwe kirina gomlekê ji êgir e. Rojnamevan bi êrîşan re rû bi rû dimînin, tên girtin an jî tên kuştin. Girtina Şûjin, Rojeva Medya û dîhaberê jî encama vê yekê ye. Me bi manşeta 'Naşikê û Nakeve' dest bi weşanê kir. Me bi vê manşetê  bersiv da hemû êrîşan. Wek ku di sirûda Ey Reqîb de tê gotin; naşikê û danayê. Kurd jî her tim li ser piyan e. Me ev gotin esas girtin. Me peyama em ê li hemberî êrîşan nekevin û ranewestin da."

'EM Ê BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNA JINÊ RAGIHÎNIN'

Edîtora rojnameyê Melek Bozan jî got, li dijî sansura li ser zimanê dayikê ew çend rojnamevan hatine gel hev û wan dest bi weşanê kirine. Bozan destnîşan kir, ku li hemberî êrîşên li dijî jinan, ji bo ew bidin dengê jinê ew ê kevneşopiya çapemeniya azad bidomînin. Bozan diyar kir ku girtina Gazete Şûjinê jî tê wateya dewamiya êrîşên li hemberî jinan û wiha domand: "Li hemberî girtina ajanseke ku dengê jinan bû, em jinên rojnamevan, em ê timî têbikoşin. Em ê berxwedan û têkoşîna jinê ragihînin raya cîhanê."